‘PKK niha dikare kongreya xwe bicivîne’

05-03-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Civîneke DEM Partiyê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Civîneke DEM Partiyê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan PKK Pêvajoya Nû Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Xwefesixkirina PKKyê û dema wê pirsa herî girîng a pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.

DEM Partî dixwaze ji bo ku PKK kongreya xwe bike, operasyon werin rawestandin.

Piştî banga Ocalan û biryara agirbesta PKKyê, di nava siyaset û civaka Tirkiyeyê de nîqaş û pirsa herî germ ew e ku PKK dê kengî û çawa xwe fesix bike.

Mîthat Işik ji artêşa Tirkiyeyê fermandarekî malnişîn e.

Bi gotina wî, PKK her dema bixwaze dikare kongreya xwe çêbike, ji ber ku artêş cihê kongreyê bizane jî êrişê nake.

Efserê malnişîn û şêwirmendê Navenda SDEyê Mîthat Işik got:

“Birêvebirên rêxistina terorî ya PKKyê niha her dema ku bixwazin dikarin kongreya xwe bicivînin.

Mijara ewlehiyê tenê hincet e. Eger mijar heta vê astê hatibe, bê guman niha rê û jêrxaneya vî karî jî hatiye amadekirin.

Pêwîst nake her tişt li ber çavan û eşkere were kirin.”

Berpirsê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê destnîşan kir ku li gorî xala 6551ê, Ocalan dikare bi vîdeokonferansê beşdarî kongreya PKKyê bibe û PKKyê fesix bike.

Koordînatorê Navenda Lêkolînan a Rawestê jî behsa hinek gavên ku dê ji aliyê hikûmetê ve werin avêtin kir ku di nava wan de berdana Selahattîn Demîrtaş jî heye.

Li gorî Reha Ruhavîoglu biryara belavkirina PKKyê dê pêwendiyên Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser jî baştir bike.

“Pêwîst e pêvajo bendên li pêşiya Kurdan rake”

Koordînatorê Navenda Lêkolînan a Rawestê Reha Ruhavîoglu anî ziman:

“Îhtimal e û hêviyek heye ku qada demokratîk li pêşiya Kurdan vebe.

Zextên li ser Kurdan kêmtir bibin û qeyûm werin vekişandin, girtiyên wekî Demîrtaş werin azadkirin.

Ev tiştê ez dibêjim pêwîst e di nava 5-6 mehan de werin kirin.

Pêwîst e pêvajo bendên li pêşiya Kurdan rake, ji bo ku Kurd bibînin bêçekbûn tiştekî baş e.

Ne wisa be, hêvî dişike.”

Li gorî çavkaniyên nêzîkî hikûmetê jî ji bo avêtina hinek gavên hiqûqî û damezirandina Komîsyona Parlamentoyê, şertê sereke bi temamî fesixkirina PKKyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst