Erdogan diçe Bexdayê: Cemîl Bayik hişyarî da

16-04-2024
RÛDAW
Nîşan PKK Cemîl Bayik Tirkiye Îraq Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Rêveber a KCKyê Cemîl Bayik ragihand ku eger ew biryara ku tê gotin Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê li ser PKKyê daye rast be, wê demê ev biryar çi qas zerarê bide PKKyê, dê ew qasî jî zerarê bide berjewendiyên Îraqê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinan cara ewil dê 22yê vê mehê biçe Bexdayê.

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik gotarek ji medyaya nêzîkî PKKyê re nivîsand.

Cemîl Bayik di gotara xwe de behsa rewşa rêkeftina navbera Tirkiye û Îraqê û operasyoneke berfireh a muhtemal a Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê kir.

Bayik herwiha hilbijartinên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî nirxandin.

“Berxwedana gelê Kurd roleke çarenûssaz lîst”

Bi gotina Bayik, desthilatdariya AK Partiyê piştî 22 salan cara yekem e ku di vê astê de rastî têkçûneke mezin hatiye û got:

“Her çend rola hemû hêzên dijfaşîzm û demokrasîxwaz ên Tirkiyeyê di vê yekê de hebû lê belê di vê têkçûna AKPyê de berxwedana gelê Kurd roleke çarenûssaz lîst.”

Bayik hişyariya wê yekê da ku êrişên Tirkiyeyê dê zêde bibin û di vê çarçoveyê de îşaret bi operasyona çaverêkirî ya Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê û peymana ewlehiyê ya navbera Tirkiye û Îraqê kir.

"PKKyê ti carî zerer nedaye berjewendiyên Îraqê"

Bayik ragihand ku PKKyê ti carî zerer nedaye berjewendiyên Îraqê û got:

“PKKyê her tim siyaseta dostanî û berjewendiyên hevbeş meşandiye lê belê wisa xuya ye ku hin hevdîtinên dewleta Tirk a qirker ên li gel Îraqê rasterast têkiliya wan bi PKKyê re heye.

Bi taybetî eger ew biryara ku propagandaya wê tê kirin ku Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê li ser PKKê daye rast be, wê demê ev biryar çi qasî zerarê bide PKKyê, dê ew qas jî zererê bide berjewendiyên Îraqê.

Hêvî û daxwaziya me ew e ku ne dewleta Îraqê û ne jî Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê biryareke wisa wernegirin ku xizmeta berjewendiyên her du aliyan neke.”

“Tirkiye cihê dagir bike bi rehetî jê venakişe”

Cemîl Bayik destnîşan kir ku divê Îraq nebe amrazek ji bo planên Tirkiyeyê û got:

“Ev rejîm bûye belayek li ser gelê Kurd û hemû gelên herêmê, dixwaze plana qirkirina gelê Kurd bigihîne encamê û di heman demê de jî her tim metirsî û gef e li ser gelên din ên herêmê.

Ev rejîm tûşî girêka Osmanîçîtiyê bûye, berfirehxwaz e. Hîna jî dixwaze Îraq û Sûriye û piraniya welatên Erebî wekî parêzgehên xwe bibîne.

Dewleta Tirk derê dagir bike, wisa bi rehetî jê venakişe. Îro jî heman siyasetê dimeşîne. Nîv sedsal e Qibris dagir kiriye û heta niha jî jê venekişiyaye.

Herwiha wisa bi rehetî ji wan deran venakişe ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dagir kirine.

Gava ku mesele dibe Kurd, ev taybetmendiya dewleta Tirk a dagirker û qirker zêdetir zeq dibe.”

"Divê Îraq bêdeng nemîne"

Bayik tekez kir ku Bexda “taybetmendiya dagirkerî ya Tikriyeyê” baş dizane wiha domand:

“Lewma pêwîst e li hemberî wan êrişan ku li ser Îraq û başûrê Kurdistanê dike, bêdeng nemîne, xwedî bertek û helwest be.

Ev tişt pêwîstiyên dewleteke serbixwe û serwer in.

Dewleta Tirk a qirker dixwaze bi îmzekirina gelek peymanan li gel Îraqê, vê dewletê bike hevkarê xwe yê şerê li dijî PKKyê.

Pêwîst e Îraq bi vê planê nexape û nekeve nav lîstikeke wiha çepel.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst