Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku şandeya Îmraliyê dê beriya serdana duyem a Îmraliyê here serdana Selahattîn Demîrtaş.
Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Girava Îmraliyê çûbûn serdana rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Piştî hevdîtina bi Ocalan re şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku Ahmet Turk jî beşdar bûbû bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokl MHPyê Devlet Bahçelî re civiyabûn.
Tê çaverêkirin ku şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê 6 û 7 Kanûna Paşîna 2025an li Parlamentoya Tirkiyeyê her serdana partiyên siyasî.
Hevdîtina duyem 10ê Kanûna Paşîn
Piştî serdanên partiyên siyasî yên li parlamentoyê tê îdiakirin ku şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê 10ê Kanûna Paşîn cara duyem here serdana Îmraliyê.
Her wiha hat îdiakirin ku piştî serdanên partiyên siyasî û beriya serdana duyem a Îmraliyê, şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê li Girtîgeha Edîrneyê here serdana hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse