Gotinên Demîrtaş dîsa bûn rojev: ‘Ma Xweda bi Kurdî nizane?’

09-12-2023
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Xutbe Kurdî Piştî ku Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gotinên Selahattîn Demîrtaş yên “Ma Xweda bi Kurdî nizane, ma Xweda zimanê ku bi xwe afirandiye fêhm nake?” dîsa di torên civakî de bûn rojev.

Piştî ku Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirkiyeyê ragihand ku ew dê bi 8 zimanan xutbeyê bide lê cih neda Kurdî gotinên Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgeha Edirneyê girtiye careke din bûn rojev.

Serokê Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê Alî Erbaş li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, dê xutbeyên serokatiyê yên înê û rojên cejnê bi 8 zimanan li ser sîstema “e-Devlet”ê cih bigirin.

Di nav vêbijêrkên zimanan de Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Spanî, Îtalî û Rûsî cih digirin lê Kurdî di nava vebijêrkan de nîne.

Ev yek di torên civakî û nava siyasetmedaran de bû sedema gelek bertekan.

Herwiha gelek kesan gotinên Selahattin Demîrtaş ên bi rengê “Ma Xweda bi Kurdî nizane?” parve kirin.

“Dewlet nikare fermanên dînî bide”

Demîrtaş, 1ê Gulana 2015an beşdarî weşana CNN Turkê bûbû û li ser helwesta Serokatiya Diyanetê ya li hemberî Kurdî gotibû:

“Pirtûkên pîroz fermanên dînî didin, dewlet nikare van fermanan bide. Jixwe divê peywirdarekî dînî fermanan ji dewletê nestîne. Ew bi vegotin, bicihanîn û nasandina fermanên Xwedê peywirdar e.

Vêca bifikirin Serokê Karên Diyanetê ji Serokwezîr fermanan distîne, mela ji miftî fermanan distîne, miftî jî ji Serokê Karên Diyanetê yan serokên daîreyan fermanan distîne.

Ma çawa dikarin di bin zexta karmendekî dewletê de bi awayekî azad dîn bidin nasandin? Xutbe çi be divê behsa wê bike û tewr dewlet biryarê dide bê dê bi kîjan zimanî biaxive.

“Ma Xweda bi Kurdî nizane”

Serokê Karên Diyanetê dibêje ‘Hûn nikarin xutbeyê ji bilî Tirkî bi ti zimanan bidin’ Çima? Ma Xweda bi Kurdî nizane, ma bi Îngilîzî nizane? Ma Xweda zimanê ku bi xwe afirandiye fêhm nake?

Tu çima wekî Serokê Karên Diyanetê vê asteng dikî? Mesela li ser vê mijarê his û çipên jê nayê.

Li vî welatî hinek kes hene ku xeyn ji zimanê xwe yê zikmakî yek bêjeya bi tenê nizanin.

 “Tu nikarî bi zimanê xwe lavlavê ji Xwedê re bikî”

Rojê bi zimanê xwe yê dayîkê yan zimanên din pênc wextan îbadeta xwe dikin lê em jê re dibêjin ‘Na, tu nikarî bi zimanê xwe lavlavê ji Xwedê re bikî.’ Serokê Karên Diyanetê vê dibêje. Wê demê ferqa te û Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî çi ye?

Serokê Karên Diyanetê negotiye, ‘Yên ku li kolanan rastî erişên bi gazê û çovan dibin mexdûr in, mezlûm in, vê mekin.’

Negotiye, ‘Karkerê ku grevê dike mafdar e.’ Berovajiyê vê gotiye, ‘Gaza bîberan ji aliyê dînî ve caîz e.’ Biryara wê heye.

“Diyanetê gotiye ‘Nimêj li ser cenazeyê serhildêran nabe’”

Binêrîn di destê min de biryareke din heye. Gelekî seyr e, vê dibêje, ‘Zanayên dinî gotiye nimêj li ser cenazeyên wan kesan nayê kirin ku li ber pergela dewletê ya rewa serî hildaye.’ Ev nivîsa fermî ya Serokatiya Karên Diyanetê ye.

Dînê Îslamê jixwe biryar daye bê nimêj li ser cenazeyê kê nayê kirin lê Serokatiya Karên Diyanetê dibêje ‘Heke yekî ku li ber pergela dewletê ya rewa serî hildabe bimire nimêj li serê nabe.’

“Kesê ku miriye jî Misilman e”

Ev nivîs ji dadgehekê re şandiye. Dadgehê pirsiye ‘Melayekî li ser cenaze nimêj kiriye, ma ev sûc e? Ez wî dadgeh dikim.’

Serokatiya Karên Diyanetê jî gotiye ‘Erê wî darizîne çimkî wî nimêj li ser cenazeyê kesekî kiriye ku serî li ber pergela dewleta ya rewa rakiriye.’ Binêrîn, kesê ku miriye jî Misilman e.

“Diyanet, hewl dide ku xisar negihe patron, dewlet û hikûmetê”

Dîsa gotiye ‘Caîz e ku li ser minareyan stasyonên bazê werin danîn.’ Serokatiya Karên Diyanetê bi van karan daketiye. Hewl dide ku xisar negihe patron, dewlet û hikûmetê.

Em dixwazin vê têgihiştinê ji holê rakin. HDP ne li dijî dîn e, ne li dijî pratîka baweriyên dînî û rêxistina wan e.”

Vîdeoyên ku Demîrtaş van tiştan dibêje piştî biryara Diyanetê di demeke kurt de gelek caran hatin parvekirin û careke din bûn rojev.

“Ma xutbeya kurdî guneh e?”

Li aliyê din vê biryara Serokatiya Diyanetê ya Tirkiyeyê welatî, siyasetmedar û oldarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî aciz kirin.

Parlamenterê DEVAyê Mustafa Yeneroglu yek ji wan kesan bû ku bertek da biryara Diyanetê.

Yeneroglu li ser hesabê xwe yê Xê bi Kurdî parvekirinek kir û wiha got, “Ma xutbeya Kurdî guneh e?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst