Erdogan: Havînê em dê meseleya bi sînorê Îraqê re bi temamî çareser bikin

04-03-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, “Havîna pêşiya me em dê meseleya bi sînorê Îraqê re awayî mayînde çareser bikin.”

Civîna Kabîneyê ya Serokomariyê ya bi serokatiya Erdogan qediya.

Civîna ku li Kulliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê re girtî çêbû qasî 2 saet û 30 xulekî dewam kir.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da.

Erdogan got, " Mijareke me ya din jî teror e. Tekoşîna me ya li dijî terorê li navxwe û derveyî sînorên me bêyî ku em guh bidin astengan bi biyarî berdewam dike.

Hindik ma em wê çembera ku sînorê me yê bi Îraqê ewle bike, temam bikin. Havîna pêşiya me em dê meseleya bi sînorê Îraqê re têkildar e awayî mayînde çareser bikin.

Li sînorê me yê li gel Sûriyeyê jî hewl û plana me ya pêkanîna korîdoreke ewlehiyê ya 30-40 kîlometreyî jî berdewam dike.

Em bi biryar in ku valahiya vê korîdora ku hin ji wan bi operasyonên berê hatine avakirin, bi gavên nû re tije bikin.

Em bangî her kesên li herêmê dikin ku rêzê li vê stratejiya me ya ewlehiyê bigirin.

Em bi eşkereyî dibêjin. Eger na hûn dê bibin sedema rageşiya ku dê derkeve holê.

Erdogan wiha dewam kir:

"Kesên ku biryardariya me ya di mijara têkoşîna dijî terorê de hîn jî tam fêm nekirine hene, em dê heta vê rastiyê bi wan bidin qebûlkirin nesekinin."

Derbarê sektora parastinê jî Erdogan got:

"Hinartina me ya di sektora parastin û hewageriyê de di herdu mehên ewil ên sala 2024an de gihişt 633 milyon dolaran û me rekorek nû şikand.

Me heta îro ji bo 770 wesayitên hewageriyê bi 50 welatî re peyman îmze kir. Tenê rêjeya hibartiya firokeyên bêpîlot a par 1,8 milyar dolar e.

Em dê enflasyonê têk bibin, mezinbûnê bidomînin, dewleta xwe xurttir bikin herwiha dahata xebatkar û welatiyên xwe yên teqawid zêdetir bikin."

Erdogan derbarê hilbijartinên şaredariyan jî got:

"Wek hemû hilbijartinan em biryardar in ku 31ê Adarê jî wek şahiyeke demokrasiyê derbas bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst