Ahmet Turk: Desthilat dixwaze xwe bi rêya qeyûman li ser pêyan bihêle

03-06-2024
Nîşan Ahmet Turk Mehmet Siddik Akiş Colemêrg Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ahmet Turk got, “Desthilat dixwaze xwe bi rêya qeyûman li ser pêyan bihêle.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, pirsên rojnameger Îsmaîl Saymaz ên li ser mijarê bersivandin.

Ahmet Turk detnîşan kir, her ku desthilat qels dibe serî li zorê dide.

Ahmet Turk, li ser pirsa “We hêvî dikir ku qeyûm werin tayînkirin?” got:

“Dema hiqûq û demokrasî nebin hûn dikarin hêviya her tiştî bikin. Ev cara çendan e?”

“Xelk qet rê nade zîhniyeteke wiha”

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk li ser armancên desthila AK Partiyê got:

“Bi salan e desthilat e, desthilat dixwaze xwe bi rêya qeyûman li ser pêyan bihêle.

Xelk qet rê nade zîhniyeteke wiha. Çi dikin bi xwe dikin”

Çi bûbû?

Polîsan doh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir, serê sibehê jî bi ser şaredariyê de girt.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hat desteserkirin.

Piştî van rûdanan Parêzgariya Colemêrgê hemû çalakî qedexe kirin û dê qedexe 10 rojan biajo.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî van rûdanan ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, Mehmet Siddik Akiş ji erkê xwe hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûmê Colemêrgê hatiye erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst