Leyla Zana: Deriyê Kurdan ji diyalogê re vekiriye

05-06-2024
Ferdî Sak
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana îro çûn Colemêrgê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana îro çûn Colemêrgê
Nîşan Leyla Zana Colemêrg Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê got, “Kurd ji diyalogê re vekirî ne û tim jî vekirî bûne.”

Hevserokê Gişrî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got, “Bi eşkere bêjin Kurd ne welatî ne û dengên wan derbas nabin”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana îro çûn Colemêrga ku xelkê wê derê li dijî tayînkirina qeyûm û girtina hevşaredar li ber xwe dide.

Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê li Wanê hat desteserkirin.

Mehmet Siddik Akiş îro li Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin.

Dadgehê biryara xwe eşkere kir û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Siddik Akiş.

Dadgehê ev ceza bi hinceta “birêvebirina rêxistinê” li Mehmet Siddik Akiş birî.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Leyla Zana û şandeya li gel wan jî ji bo piştevaniyê çûn Colemêrgê.

Hevserok, şaredar, parlamenter û  berpirsên DEM Partiyê li gel xelkê parêzgehê dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandan li tax û kolanên cûda yên bajêr belav bûn.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê tûndûtîjî li hemberî wan  bi kar anîn.

Bi gazên rondikrêj, avê  û guleyên plastîkî êrişî xwepêşanderan kir.

“Me ti carî serî netewand”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak got:

“Me desteserkirin jî dîtîn, me girtîgeh dîtin, em hatin komkujkirin lê me serî netewand.

 Em îro jî serê xwe natewînin. Em dê li vî bajarî mirinê jî bidin berçav û vê şaredariyê biparêzin.”

“Bêjin Kurd ne welatî ne û dengên wan derbas nabin”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got:

“Sindoq tên danîn encaman nas nakin. Em hevserok hildibêjêrin qeyûm datînin ser îradeya wî.

Baş e em çi bikin? Ez ji we dipirsim Kurd çi bikin? Xelkê Colemêrgê çi bike? Bi eşkere ragihînin.

Bibêjin Kurd ne welatî ne û dengên wan derbas nabin. Bêjin em îradeya Kurdan nas nakin.”

Leyla Zanayê jî li ser pirsa Kurd û siyaseta qeyûman çend peyamên girîng dan desthilat û dewleta Tirkiyê.

“Hinek ji diyalogê ditirsin”

Leyla Zanayê got:

“Ji îro û pê ve ji Kurdan nepirsin û nebêjin Kurd çi dixwazin. Em dibêjin ev desthilatdar çi ji Kurdan dixwazin.

Vê pirsê ji partiyên siyasî yên Tirkiyeyê û mejiyê dewletê bikin.

Bêjin Kurdan çi xwest di sindoqan de dan xuyakirin ma hûn çima vê îradeyê tine hesab dikin.

Ez dizanim Kurd jî Tirk jî ji pevçûn û mirinê natirsin lê niha hinek ji diyalogê ditirsin.

Kurd ji diyalogê re vekirî ne û tim jî vekirî bûne.”

“Ev faşîzm e”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî got:

 “Em vê qebûl nakin. Ev zilm e. Ev faşîzme û em dê li hemberî faşîzmê bisekinin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst