Sezgîn Tanrikulu: AKP bi aloziyan hewl dide desthilata xwe li ser lingan bihêle

05-06-2024
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu Qeyûm Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrilkulu got, “AKP ji neçareseriya pirsa Kurd, tundûtîjî, rûbirûbûn û terorê sûdê dibîne û bi van aloziyan hewl dide desthilata xwe li ser lingan bihêle.”

Nerazîbûnên li ser tayînkirina qeyûm ser Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu îro li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê saz kir û tê de polîtîkaya qeyûm a hikumeta AK Partiyê rexne kir.

“AK Partiyê di hilbijartinan de têkçûnek mezin dît”

Tanrikulu ameje bi wê yekê da ku AK Partiyê di hilbijartinan de têkçûneke mezin dîtiye û got:

“Tevî vê yekê pêdagiriya li ser qeyûm û pêkanîna darbeyê li ser kesên hilbijartî siyaseta aloziyan e.”

 Sezgîn Tanrikulu ragihand piştî hilbijartinên 31ê Adarê dikarîbû li Tirkiyeyê di pirsa Kurd de keşûhewayekê nû yê siyasî çêbibe.

Bi gotina Tanrikulu lê AK Partiyê bi cezayên giran ên Doza Kobaniyê û danîna qeyûm nîşan da ku dê di pirsa Kurd de li ser rêbaza xwe siyasî ku ji rûbirûbûn, çek û terorê sûdê dibîne berdewam bike.

“Sîstema qeyûm darbeyek e”

Parlamenterê CHPyê herwiha got:

“Sîstema qeyûm darbeyek e li dijî îradeya gel û destdanîna li ser îradeya gel e.

 Partiya Dad û Geşedanê ji neçareseriya pirsa Kurd, tûndûtîjî, rûbirûbûn û terorê sûdê dibîne û bi van aloziyan hewl dide desthilata xwe li ser lingan bihêle.”

Hevserokê Gişrî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got, “Bi eşkere bêjin Kurd ne welatî ne û dengên wan derbas nabin”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana îro çûn Colemêrga ku xelkê wê derê li dijî tayînkirina qeyûm û girtina hevşaredar berxwe dide.

Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê li Wanê hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst