Bakirhan: Ma Seyîd Riza û Şêx Seîd serî tewand ku em serî bitewînin?

06-06-2024
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Colemêrg DEM Partî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Colemêrgê got, “Ma Seyîd Riza û Şêx Seîd serî tewand ku em îro li hemberî qeyûman serî bitewînin.”

Xwepêşandan û nerazîbûna xelkê Colemêrgê û DEM Partiyê ya li hemberî danîna qeyûm a  ser Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û Hevserokên Giştî yên DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bi rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî yên Colemêrgê re civiyan.

Beriya civînê hevserokên DEM Partiyê û DBPyê di konferanseke rojnamegeriyê de axivîn.

“Dê danîna qeyûman bidomînin”

Di destpêka konferansê deTulay Hatîmogullari axivî:

“Qeyûmê hatiye danîn, darbeyek e li dijî demokrasî û gel Kurd. Erdogan radibe vê diparêze.

Yên ku welêt wekî Kurd-Tirk dabeş kiriye û welatî mîna çeteyan bi rê ve dibe, ew in. Yên hiqûqê nas nakin ew in.

Recep Tayyîp Erdogan û şirîkê wî yê biçûk welat ber bi karesatê ve dibin.

Dîmenên leşkeran ên li ber parêzgariyê, dîmenê darbeyê ye û dê tayînkirina qeyûman li bajarên din ên Kurdistanê jî bidomînin.”

“Berxwedana Colemêrgê wan aciz dike”

Li aliyê din Bakirhan jî di axaftina xwe de amaje bi sînorên cografyayî yên Colemêrgê kir û wiha got:

“Colemêrg cihekî girîng û stratejîk e. Serkeftina we ya di her hilbijartinê de di dilê wan de kul e.

Bila ev birîn kûrtir bibe û Xweda hesabê ji van kesên vê zilmê dike bipirse.

Berxwedana 40 salî ya xelkê Colemêrgê wan aciz dike.

Colemêrg li ser sînorê Îraq û Îranê ye û ev yek çavbirçîtiya wan zêdetir dike.

Bi karûbarên krîmînal re mijûl in. Bi çete û mafyayan re hareket dikin.

Bi diziya li vir re dixwazin xwe li ser piyan bihêlin. Wezîrê karên sûcan ji bo wan karan Colemêrgê girîng dibîne.

Ji ber gelek sedeman çav berdane vir û qeyûm tayîn kirin.

Em dipirsin, baş e gelê Kurd çi bike? Dibêjin, Doza hevserok hebûye’ gelo kesek maye we doz lê venekiriye?!

Di çavên wan de Kurd dijmin in û hemû sûcdar in. Her Kurdekî xwedî li rûmet û nasnameya xwe derdikeve ji bo wan gefek e.

Ji bo tayînkirina qeyûman li hincetan digerin.

Şaredarê Kepezê hate girtin lê çima qeyûm tayîn nekirin û meclisa şaredariyê serokê nû hilbijart?

Dema mijar dibe Kurd, hiqûqeke cuda dikeve ser kar.

Tu çi zilm û hiqûqê li dijî Kurdan bi cih bikî jî Kurd serê xwe li ber te natewînin. 

Ma Seyîd Riza û Şêx Seîd serî tewand ku em îro li hemberî qeyûman serî bitewînin?

Em bi berxwedana birûmeta ya gelê xwe re ne.

Dê berxwedana me ya bi xelkê Colemêrgê re bidome.

Berdêla wê çi dibe bila bibe em dê îradeya we biparêzin.” 

Kurd ji ber cînayetên kiryarên wan nediyar û girtîgehan dev ji doza xwe ya rewa bernade.

Em ji Erdogan dipirsin, hiqûqa Kurdan a li Tirkiyeyê çi ye?

Êdî qebûl bikin ku hiqûqa mêtingeriyê ye. Bibêjin ku hiqûqa Kurdan tune ye.”

 “Em ji parlamantoyê venakişin”

Li ser pirsa rojnamegeran a vekişîna ji parlamentoyê jî Tulay Hatîmogollariyê wiha got:

“Jixwe me berê xwe daye gel. Me ti carî parlamento wekî qada têkoşînê nedîtiye.

Em her tim di nava gel de ne. Ev mijar di rojeva me de nîne.

Em li her qadê bi gelê xwe re têdikoşin û parlamento jî yek ji wan qadan e.

Ji bo hilbijartinê jî wiha bêjim. Vekişîna me ya ji parlamentoyê bi tena serê xwe têr nake.

Helbet daxwazên gelên Tirkiyeyê yên di vî warî de zêde dibin.

Di rewşeka wiha ku qeyûm tên tayînkirin û mafê bijartin û hilbijartinê ji holê hatiye rakirin hilbijartina pêşwext daxwaza partiyên siyasî ye û ya xelkê ye.”

Çi bûbû?

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê li Wanê hat desteserkirin.

Mehmet Siddik Akiş doh li Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin.

Dadgehê biryara xwe eşkere kir û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Siddik Akiş.

Dadgehê ev ceza bi hinceta “birêvebirina rêxistinê” li Mehmet Siddik Akiş birî.

DEM Partiyê piştî danîna qeyûm biryar da li hemû şaredariyan dest bi nobetê bike.

Piştî vê biryarê jî li bakurê welêt pêleke qedexeyan dest pê kir û li 12 parêzgehan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst