Pirsgirêka koç û koçberan mijara germ a hilbijartinên Tirkiyê ye

03-05-2023
RÛDAW
Pirsgirêka koç û koçberan mijara germ a hilbijartinên Tirkiyê ye
Pirsgirêka koç û koçberan mijara germ a hilbijartinên Tirkiyê ye
Nîşan Koçber Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji mijarên hevrikiya di navbera her du berbijêrên sereke yên serokkomariya Tirkiyê de mijara penaberên Sûrî ye.

Kemal Kiliçdaroglu dibêje, dema ew bibe serokkomar dê di nava 2 salan de hemû koçberên Sûriyê vegerînin nav axa wan.

Li gor raporeke Hikûmeta Tirkiyê ku meha borî Nîsanê hatiye belavkirin, niha 3 milyon û 420 hezar welatiyên Sûriyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bicîh bûne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan anî ziman, “Serokê opozîsyona serekî û yên ligel wî çi dibêjin? Dibêjin dema em bên ser desthilatê em dê koçberên li vî welatî bişînin welatê wan. Em naşînin.”

Ev helwêsta Serokkomarê Tirkiyê derbarê koçberên li Tirkiyê de ye. Lê beşeke berpirsên opozîsyonê berovajî vê yekê diaxivin.

Serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu dibêje, piştî serkeftinê di nav dû salan de hemû koçberên Sûriyê vedigerînin nav axa wan. Kiliçdaroglu behsa metirsiyeke din a pêla koçberan bo Tirkiyê dike.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, “Hemû lêkolîn nîşan didin ku eger tedbîr neyên wergirtin Dîcle û Firat di 20 salên bê de rûbirûyê metirsiya hişkbûnê dibin. Eger tedbîr neyên wergirtin, Tirkiye û cîranên me yên başûr zêdetir ji 60 milyon kes dikevin qeyranê û Tirkiye rûbirûyê pêla koçê dibe.”

Ev jî berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Ata Sinan Ogan û Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag in li Îzmirê. Partiya Zafer bi her awayî li dijî mana koçberan e.

Koçberê Sûriyê anî ziman, “Sibe Tayyip bi ser dikeve û em hemû bi hev re vedigerin Sûriyê.”

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag got, “Eger hûn dixwazin ev heval li vê derê bimînin, deng bidin Recep Tayyip û Kemal Kiliçdaroglu. Lê eger hûn dixwazin, ku vegerin deng bidin Partiya Zafer û Umit Ozdag.”

Li gor raporeke hikûmeta Tirkiyê ku Nîsana 2023an hatiye belavkirin, niha 3 milyon û 420 hezar welatiyên Sûriyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bicîh bûne. 230 hezar û 988 kesan welatîbûna Tirkiyê wergirtine û mafê dengdanê yê 130 hezar û 900 kesan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst