DEM Partî: Dewlet û desthilat jî mixatabên bangê ne

03-03-2025
RÛDAW
Nîşan Ayşegul Dogan Banga Ocalan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku dewlet û desthilat jî mixatabên banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan in û got, "Divê bi awayekî bilez bersiv bê dayin da ku şik û fikar ji holê rabin."

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiyê têkildarî rojevên di civîna Desteya Birêvebir a Navendî de daxuyanî da.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê girêdayî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.

Ayşegul Doganê ragihand ku piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hemû organên partiyê ketine rewşa civînê û hîn jî civîn berdewam dikin.

“Em amade ne înîsiyatîvê bigirin”

Ayşegulê got ku banga Ocalan li seranserê cîhanê deng vedaye û diyar kir ku ew li gel bangê ne û piştgiriyê didinê.

Berdevka DEM Partiyê wiha got:

“Ez dixwazim vê yekê ji li ser navê Desteya Birêvebir a Navendî ya partiya bi we re parve bikim.

Me wekî partî gelek caran li vir got ku em amade ne her tiştê ku hewce ye bikin ji bo ku 'Banga Aşitî û Civaka Demokratîk' bi lezgînî were bicihkirin.

Em dê ji wergirtina înîsiyatîvê nerevîn. Em wekî DEM Partiyê bi kêfxweşî amade ne ku berpirsyariyê, erk û înîsiyatîvê bigirin ji bo bicihkirina pêdiviyên vê bangê û xebitandina pêvajoya pêş me.

"Bang ji bo kê ye?

Doganê derbarê muxatebên banga Ocalan jî wiha got:

“Ev bang ji bo me hemûyan e, ji ber vê yekê ev bang ji bo her kesî ye. Û kesên ku muxatabê vê bangê dibin ne tenê kesên ku li vî welatî dijîn in her wiha kesên ku li derveyî vî welatî dijîn û ji bo demokratîkbûn, aştiya vê têdikoşin û ji bo vê jî bedelê didin in.

Helbet desthilat û dewlet e. Banga Birêz Ocalan gelekî zelal, gelekî sade û gelekî bi awayekî hêsan hatiye îfadekirin.”

“Parlamento dikare çi bike?”

Ayşegul Doganê amaje bi wê yekê kir ku banga Ocalan bangeke dîrokî bû û bersiva erênî ya PKKyê keşûhewayeke baş li Tirkiyeyê ava kiriye û got:

“Pirsa herî zêde tê kirin ji bo pêvajoyê parlamentoya Tirkiyeyê dikare çi bike? Ya rastî parlamento dikare pir tiştan bike.

Hevserokên me jî bang li parlamentoyê kir û gelek caran ev bang dubare tê kirin.

Divê çi bê kirin? Sîstema edaletê, demokrasî, maf û azadî û hiqûqê ku pêwîstiya hemû kesî pê heye divê bê bicihkirin.

Wate rêgezên hiqûqê yên demokratîk êdî bên bicihkirin. Va ye parlamento qadek e ku dikare vê yekê pêk bîne.”

Doganê di berdewamiya axaftina xwe got:

“Birîneke ku xwîn jê tê heye. Divê em vê birîna vekirî ku xwîn jê tê û bi dehan sal in xwîn jê diherike, vekirî nehêlin.

Ji ber vê yekê jî divê em demildest bi hin çarçoveyên yasayî û gavên berbiçav bersivê bidin vê derfetê da ku tirs û endîşe ji holê rabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst