Berdevka DEM Partiyê: PKK dê biryara xwe bide

28-02-2025
RÛDAW
Ayşegul Dogan li Stenbolê bû mêvana Rûdawê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Ayşegul Dogan li Stenbolê bû mêvana Rûdawê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ayşegul Dogan Banga Ocalan DEM Partî PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê banga Rêberê PKKyê Abudllah Ocalan got, “PKK dê biryara xwe bide, bang ji bo wan e.”

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan doh xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Stenbolê bû mêvana bultena Rûdawê û bana Ocalan nirxand.

"PKK dê biryara xwe bide"

Ayşegul Doganê diyar kir ku mirov dikare vê bangê wekî pêşniyarekê jî bipejirîne û got, "PKK dê biryara xwe bide, bang ji bo wan e."

Doganê destnîşan kir ku bi salan e wan digot tifaqa Kurdan bingeheke esasî ye û niha êdî pêwîstiya tifaqa Kurdan tê dîtin.

Wê bal kişand ser wê yekê ku pêvajo bê bingeheke hiqûqî ye û got, "Ti bingeheke hiqûqî ya pêvajoyê nîne, ev xeter e.

Jixwe guherîneke destûrî (yasayî) şert e. Divê siyasetmedar amadehiyên şênber bikin.

PKK dê çi bixwaze? Divê em siyasetmedar amadehiyên şênber bikin."

"Vîdeo çênebû, xwezî dengê wî bihata bihîstin"

Doganê li ser hevdîtina li gel Ocalan jî got, "Vîdeo çênebû, xwezî dengê wî bihata bihîstin, xwezî rûyê wî bihata dîtin. Divê aliyê dewletê bersiva vê bide."

“PKK netew-dewletê naxwaze”

Berdevka DEM Partiyê diyar kir ku PKK netew-dewletê naxwaze û ev tiştekî eşkere ye.

Bi gotina Doganê doza Kurdan mijareke nasnameyê ye û tenê bi mafên çandî nayê sînordarkirin.

"Gotinên 'yek-netew, yek-ziman' nabin"

Ayşegul Doganê tekezî li ser wê yekê kir ku ramana "yek-netew, yek-ziman" ne rast e û wê got:

"Gotinên 'yek-netew, yek-ziman' nabin. Hemû pêkhate divê mafên xwe yên nasnameyî bistînin û ev maf nayên sînordarkirin."

"Heta niha ti nexşerê nîne"

Doganê amaje pê kir ku heta niha ti nexşerê derbarê pêvajoyê de nîne.

Li ser vê mijarê got, "Heta niha ti nexşerê nîne ku hatibe ragihandin an jî ji me re hatibe gotin."

“Êdî bang hat”

Ayşegul Doganê bal kişand ser daxuyaniyên berê yên dewletê û got, "Wan heta niha digot, 'Kurd çekan bi kar tînin', êdî bang hat."

Berdevkê DEM Partiyê bi bîr xist ku Endamê Komîteya Birêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan berê gotiye:

"Heta ku operasyon hebin ez nikarim ji şervanan re bibêjim çekên xwe deynin.

Ew ne şervanên bi meaş in, bi dilê xwe hatine û divê bi dilê xwe vegerin."

"Niha dê her kes tercîhekê bike"

Doganê destnîşan kir ku li pêşiya mirovan tercîhek heye û got, "Niha her kes dê di navbera şer û aştiyê de tercîhekê bike."

"Ma danîna qeyûman ne neyartî ye?"

Doganê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û pirsî, "Ma danîna qeyûman ne neyartî ye?"

Ayşegul Doganê herî dawî got, “DEM Partî bi banga Abdullah Ocalan dilxweş e û em piştgiriyê didin vê bangê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst