Dema hevdîtina Ocalan û DEM Partiyê diyar bû

6 demjimêr berê
Nîşan Ocalan DEM Partî Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tê pêşbînîkirin ku şandeya DEM Partiyê hefteya pêşiya me here Girava Îmraliyê.

Piştî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got ku divê DEM Partî û Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan hevdîtineke bikin, hevserokên DEM Partiyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

Li gorî ANKAyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtin pejirandiye û hevdîtin dê di nava hefteyekê de pêk were.

Li gorî heman çavkaniyê, Serokwekîlê Parlamentoyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan dê herin hevdîtina yekem.

Her wiha eger pêvajo berdewam bike dê ev nav biguherin û hinek kesên din jî herin Îmraliyê.

Divê were gotin ku DEM Partiyê heta niha ev nûçe piştrast nekiriye.

Pervîn Buldan ji Arti Gerçekê re axivî û wê got, “Ti erêkirin an jî agahdarkirinek ji me re nehatiye. Me jî ev ji medyayê bihîst.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst