Di demekê de ku hîn jî çavê Tirkiyeyê li Îmraliyê ye ji bo pêngaveke bipêşveçûnê di pêvajoya vebûna li hemberî Kurdan de ku heta niha ne kolana Tirkiyeyê û ne jî siyasetmedarên wê bi tevahî jê fêm nakin, bûyerên vê dawiyê yên Sûriyeyê wisa kiriye ku destê Tirkiyeyê li hember PKKyê û doza Kurd li Tirkiyeyê bihêztir bibe û vêga li gel peyama Îmraliyê, karteke din a fişarê di destê Tirkiyeyê de heye, ew jî bêhêzbûna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye.
Vê carê ji berê cuda, Tirkiye naveroka peyama Ocalan dadirêje û armanca wê berfirehtir e: Ji bilî PKKyê, Rojava jî dike armanc.
Serdaneke Îmraliyê û dariştina naveroka peyama Ocalan
Piştî peyamên Devlet Bahçelî û “OKEY”a Erdogan, DEM Partiyê daxwazek ji bo dîtina Ocalan li Îmraliyê pêşkêşî Wezareta Dadê kir. Daxwaza DEM Partiyê hat pejirandin û biryar e vê hefteyê şandeyeke DEM Partiyê here Îmraliyê.
Ji destpêkê ve biryar hatiye dayîn ku ji bo rûniştina bi Ocalan re hevserokên DEM Partiyê neşînin Îmraliyê ji ber ku bi dîtina Tifaqa Cumhurê, baweriya hevserokên DEM Partiyê ew qasî bi pêngavên Bahçelî û Tirkiyeyê nîne û hê ji bin bandora fermanên Qendîlê derneketine.
Hevserokên DEM Partiyê berê çend caran daxwaza dîtina Ocalan kiriye lê daxwaza DEM Partiyê ew bû ku hemû endamên parlamentoyê yên DEM Partiyê biçin Îmraliyê lê ev yek ji bo Wezareta Dadê ne karekî pratîk e. Niha Wezareta Dadê tenê rê daye şandeyeke ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê pêk tê here Îmraliyê. Her du jî endamên parlamentoyê yên DEM Partiyê ne û xwedî ezmûna derbasbûyî ne di rûniştin û danûstandinên dema borî yên di navbera dewlet û Îmraliyê de.
Li gorî agahiyên pişt perdeyê yên Serokatiya Komarê ya Tirkiyeyê, sedema derengketina wê serdanê vedigere wê yekê ku Tirkiye dixwaze serdaneke bibandor be û şand destevala venegere. Tiştê ku Tirkiye dixwaze formek di peyama Ocalan de hebe ku li gorî bendewariya Tirkiyeyê be. Ev jî dibe ku nexşerêyek be yan jî naveroka peyama Ocalan be.
Her li gorî agahiyên pişt perdeyê li Serokatiya Komarê, aliyekî din ê girîng heye ku ew jî pirsa Kurd a li Sûriyeyê ye. Tirkiye li bendê ye ku peyama Ocalan berê xwe bide YPG û HSDyê jî. Ji bo vê yekê jî Ocalan daxwaza demê ji Tirkiyeyê kiriye. Di wê demê de jî xuya ye ku îstixbarata Tirkiyeyê bi Ocalan û çend navan re li Rojava li ser xetê bûye. Bendewariyeke din ji hevdîtina Îmraliyê vê carê piştî dariştina naveroka peyama Ocalan, rasterast peyam ji aliyê şandeyê ve bê xwendin.
Ev di demekê de ye ku di dema borî de her peyameke Ocalan ku bi şandeya DEM Partiyê (yan jî HDPya berê) hatibe dayîn, pêşî ji aliyê Wezareta Dadê, paşê desteya taybet a îstixbarat û Serokatiya Komarê ve lêkolîn li ser naveroka wê hatiye kirin, piştre erêkirina xwe didan û radestî şandeyê dikirin, wan jî ji bo Qendîlê yan rêxistinên PKKyê yên li Ewropayê yan jî ji bo meydana siyasî li Tirkiyeyê vediguhast.
Lê vê carê ji ber ku dewlet dixwaze ji destpêkê ve naverokê darêje, naxwaze belavkirina wê dereng bixe, lewra tê çaverêkirin ku şande peyama Ocalan zûzûka belav bike.
Her li gorî agahî û dîtinên li pişt perdeyê li ser asta bilind a Tirkiyeyê, naveroka ku Tirkiyeyê amade kiriye ku bibe nexşerêyek ji bo peyama Ocalan, çend xal tê de hene, ji wan: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxwaza kongreya awarte bike û biryara hilweşandina xwe bide.
Her wiha vekişîna “çekdarên biyanî” ji nav Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo derveyî Sûriyeyê. Mebest li vir ew çekdarên PKKyê ne ku ji Tirkiye, Îraq, Îran û welatên din bi rêya PKKyê çûne Rojava û vêga di rêzên YPGyê de ne. Berê Amerîkayê jî lîsteyek radestî YPGyê kiriye ku wan çekdarên biyanî ji rêzên xwe derxe. Hejmara wan ne diyar e lê îstixbarata Tirkiyeyê dibêje hejmara bi tevahî ya wan çekdarên ku PKKyî ne û niha di rêza YPGyê de ne li cem wan heye.
Her wisa Tirkiye dixwaze bi rêya peyama Ocalan ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re bibêje “Divê hûn pabendî hikûmeta nû ya Sûriyeyê bin, ji aliyê pêkhateyê ve û ji aliyê leşkerî ve jî vegerin bin baskên Şamê.” Her wekî çawa niha hikûmeta Ehmed Şer ji bo Sûriyeyê yek artêşê dixwaze û daxwaz dike hemû komên çekdar di bin Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bên komkirin.
Tirkiye naxwaze aliyekî din ê çekdarî yê serbixwe wekî YPG yan HSDyê di nav Sûriyeyê de hebe, dixwaze ew di bin kontrola Şamê de bin. Serdana Îmraliyê di demekê de ye ku Tirkiye û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgirîkirin) di amadekariyeke himbiz de ne ji bo operasyonê, niha li ser Kobaniyê û di paşerojê de jî li ser Qamişloyê.
Her çi qasî hatiye pêşniyarkirin ku ew her du bajar ku rasterast li ser sînorê Tirkiyeyê ne bikevin bin çavdêriya navdewletî jî HSD amade ye ji bo rêlibergirtina li wê operasyonê vekişe lê Tirkiye ji vê zêdetir dixwaze HSD were hilweşandin an jî here bin çengê Şamê.
Bandora Ocalan li ser tevahiya Qendîlê nîne
Qendîl dibêje hê jî dewleta Tirkiyeyê ti pêngav li hemberî Qendîlê ji bo aştiyê neavêtiye lê Qendîl di vê pêvajoya niha de ne mixatabê rasterast e. Tirkiye bi rêya Ocalan peyaman ji Qendîlê re dişîne. Ez ne di wê baweriyê de me ku peyama ku Tirkiye li bendê ye ji Ocalan, karibe bandoreke wisa darîçav li ser Qendîlê bike.
Ocalan heta sala 2004an rêberê îdeolojîk û pratîk ê PKKyê bû lê niha tenê rêberekî îdeolojîk e, aliyê pratîk di destê Qendîlê de ye.
Qendîl li ser daxwaza Ocalan çekan nadeyne. PKK jî bi gotina Ocalan hilnaweşe lê peyama Ocalan dikare nakokiyên di nav serkirdayetiya PKK û Qendîlê de kûrtir bike. Tirkiye li ser nemana PKKyê rijd e. Bûyerên vê dawiyê yên Sûriyeyê, Kurd li Rojavayê Kurdistanê lawaz kirine. Bi dîtina Tirkiyeyê, niha ji bo fişarxistina ser PKKyê demeke baş e.
Heta niha jî Qendîlê pişta xwe bi Rojavayê Kurdistanê xurt dikir. Ji PKKyê re Rojava landikeke din e lê ev rewşa niha ya Sûriyeyê û lawazbûna Rojavayê Kurdistanê di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Di paşerojeke nêz de Rojava ji bo rizgarkirina çarenivîsa xwe ya paşerojê xwe ji PKKyê vediqetîne, ev jî wer dike ku ji bilî Qendîlê, ti stargeheke din ji PKKyê re nemîne.
Ocalan giranbihatirîn girtiyê Tirkiyeyê ye
Nêzîkî 25 salan e Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê li Girava Îmraliyê ye. Ew girtîgeha ku li Tirkiyeyê xwedî pêgeheke taybet e û ji dema ku Ocalan şandine wê girtîgehê tevahiya girtîgehê ji Ocalan re hatiye terxankirin. Ew girav bûye herêmeke leşkerî, tewra asmanê wê jî li ber balafiran hatiye girtin. Ji bilî karmendên ewlehî û leşkerî, karmendên tenduristiyê yên taybet jî ji Ocalan re li wê giravê ne ku çavdêriya tenduristiya wî ji nêz ve dikin.
Tewra heke kuxikeke asayî ya Ocalan jî hebe, tîmên tenduristiyê û doktorê Ocalan wî zû derman dikin. Carinan jî ji derveyî Girava Îmraliyê û li ser raspartina dewletê, bijîşkên pispor bi hevaltiya karmendê îstixbaratê seba Ocalan dişînin Îmraliyê. Ji ber Ocalan jî xwarin û vexwarina Îmraliyê ji ya girtîgehên din ên Tirkiyeyê çêtir e û xwarin û vexwarinên çêtir tê de hene.
Çûna Îmraliyê ne ew qasî hêsan e. Pêwîstî bi rizamendiya Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê û rizamendiya Erdoganê serokkomar heye. Her şandeeyeke ku here Îmraliyê, pêşwext testa tenduristiyê ji endamên wan re tê kirin, da ku piştrast bin ku tenduristiya wan di rewşeke baş de ye û ti nexweşî yan vîrûs bi wan re nînin, nebe ku Ocalan ji wan nexweş bikeve.
Ji bilî wê tîmên taybet bi qeyik û helîkopteran di rewşa amadebaşiyê de ne li wê giravê ku di her rewşeke nexwestî de Ocalan veguhêzin, ji ber ku pirsgirêka tenduristiya Ocalan, pirsgirêka tenduristiya dewletê ye.
Ocalan ji Tirkiyeyê re girîng e û divê di rewşeke baş de were çavdêrîkirin li girtîgehê. Tirkiyeyê çend sal in bi başî xizmeta Ocalan kiriye ji bo ku car caran peyam û bangeşeyên wî xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê bikin. Niha jî ji berê cuda çavê wê lê ye ku bi kevirekî çend çivîkan bi Ocalan bikuje.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse