Erdogan: Korîdora Dexlûdan careke din hate vekirin

02-11-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Korîdora Dexlûdan Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku korîdora veguhastina dexlûdanê Ukraynayê bi rêya Deryaya Reş careke din hatiye vekirin ku çend roj berê Rûsya ji peymana ku derbarê wê de hatiye îmze kirin vekişiyabû. Erdogan got îro ji demjimêr 12ê şûnde keştiyên dexlûdan dê weke berê li ser çûnûhatinê berdewam bin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro 2ê Mijdara 2022ê di civîna firaksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de derbarê mijarên di rojeva Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên li cîhanê û navçeyê de axivî.

Ev demeke li Tirkiyê mijara guhertina destûrê di rojevê de ye, Erdogan li ser vê mijarê  got: “Eger di parlamentoyê de tabloyek çênebe em amade ne, giştpirsiya gel jî di nav de ji bo vê yekê her pêngavekê biavêjin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand “Hevalên rêzdar berî ku ez dawiyê li axaftina xwe bînim, dixwazim mizgîniyekê nû bidim. Li ser hevdîtina ku me duh ligel Putîn kiriye, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê, birêz Şoygu, peywendî bi wezîrê me yê berevaniyê Hulusî Akar kiriye û jê re gotiye veguhastina dexlûdan, dê îro ji demjimêr 12 û şûnde weke berê berdewam bike. Bêlê bay Kemal tu dibînî em tenê li navçeyê kar nakin, em li ser asta cîhanê jî kar dikin û em dê li ser vê yekê berdewam bin.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu duha derbarê bikaranîna maddeyên hişbir li Tirkiyê û zêdebûna wê de  duh gotibû AKPê niha Tirkiye kiriye bazareke  maddeyên hişber, Recep Tayîp Erdogan bi tundî rexne li gotinên Kiliçdaroglu girtin û got: “Em dê hesabê vê bêbextiyê bi rêya hiquqê bipirsin.”

Yek ji mijarên sereke yên gotara Serokkomarê Tirkiyê derbarê  Korîdora  Dexlûdan de bû ku çend roj berê Rûsya jê vekişiyabû û hinardeya genimê Ukraynayê bo bazarên cîhanê bi rêya keştiyan ji Deryaya Reş  rawestiyabû, Erdogan ragihand, ku di encama hewildanên wî û peywendiyên wan ên bi telefonê ligel serokê Rûsyayê de, ew pirgirêk careke din hatiye çareserkirin û çûnûhatina keştiyan dê îro ji 12ê şûnde weke berê berdewam bike.

Wezareta Berevaniyê Rûsyayê 29ê vê mehê  ragihand ku ew ji  peymana korîdora xorakê ya veguhastina berhemên dexlûdanê Ukraynayê bi rêya Deryaya Reş  vekişiyane û sedema wê jî bi êrîşeke li ser yek ji keştiyên xwe yên çavdêriya keştiyên hinardeya dexlûdan ve girêdabû. Li gor zanyariyan Rûsya û Ukrayna 1 li ser sêyê tevahiya berhemê genim li cîhanê berhetînin û ew herdû welat rêjeyeke diyar a genim û berhemên dexlûdan hinardeyî welatên cîhanê dikin, lê piştî ku di Sibata îsal de di navbera herdû aliyan de şer destpêkir, vê yekê bandor li ser hinardeya genim û dexlûdan jî kir û li tevahiya cîhanê nirxê xorakê zêde bû.

Lê di Hezîrana îsal de bi beşdariya Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Stenbolê, ji bo veguhastin berhemên dexlûdan û xorakê yên Ukraynayê, bi rêya Deryaya reş bo bazarên cîhanê, peymanek hatibû îmzekirin û di çarçoveya wê peymanê de dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanî dihat veguhastin. Tirkiyê ji destpêkê vê di nav vê proseyê de cih girtibû ew peyman bi navbeynkariya wê li bajarê Stenbolê hatibû îmzekirin, niha jî hewil dide ew peyman careke din bê cîbîcîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst