Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan zarok naçin dibistanê

02-10-2023
RÛDAW
Nîşan Xwendin Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ragihand ku milyonek û 613 hezar zarokên di temenê dibistanê de li ti saziyên perwerdeyê nehatine tomarkirin.

Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) û perwerdeya ji dûr ve jî di nav de zêdetirî 4 milyon zarok li derveyî perwerdeya fermî ne.

Li gorî amarên 2022-23yan yên perwerdeya fermî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedhezaran zarokên ku diviya li dibistanê bin ne tomarkirî ne.

Li gorî amaran, hejmara tam a zarokên di temenê dibistanê de û li derveyî xwendinê ne 4 mîlyon û 641 hezar û 953 ye.

Wezareta Perwerdeyê eşkere kir ku ji sedî 6,2yê zarokên ku diviya li dibistana seretayî bin li derveyî xwendinê ne.

Hejmara giştî ya xwendekarên dibistana seretayî jî 5 mîlyon û 535 hezar in.

Li gorî van amaran, 365 hezar û 888 zarokên ku diviya li dibistana seretayî bin li derveyî perwerdeyê ne.

Li dibistanên navendî hejmar zêdetir e

Ji 100 zarokan 8,8ê wan ku diviya li dibistanên navendî bin ne tomarkirî ne ku ev jî dike 533 hezar û 28 zarok.

Wate zêdetirî 500 hezar zarokên ku diviya li dibistanên navendî bin li derveyî perwerdeyê ne.

Pirsgirêka herî mezin li dibistanên navendî ye ku li dibistanên amadeyî jî bi sedhezaran zarok li derveyî xwendinê ne.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, tam 714 hezar û 551 zarokên di temenê xwendina amadeyî de li ti dibistanekê nehatine tomarkirin.

Hejmara xwendekarên li amadeyiyên perwerdeya ji dûr ve jî 2 milyon û 9 hezar û 480 kes e.

Hejmara yên li Navenda Perwerdeya Pîşeyî tomarkirî jî milyonek û 19 hezar û 6 e.

Wate 3 mîlyon û 743 hezar û 37 zarokên di temenê xwendina amadeyî de li derveyî xwendina fermî ne.

Li gorî rojnameya Birgunê, ji ber şert û mercên jiyanê û pirsgirêkên aborî zarok neçar dibin dest ji xwendinê berdin û bixebitin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 700 hezar zarokî dixebitin û 150 hezar zarok jî hewl didin karekî ji xwe re bibînin.

Li gorî pisporên perwerdeyê, sedemeke din a dûrketina zarokan a ji dibistanê, hebûna hejmareke zêde ya dibistanên tarîqat û cemaetan e.

Tê texmînkirin ku hejmara xwendekarên diçin dibistan û beşên navxwe yên komele û weqfên ser bi teriqat û cemaetan nêzîkî 2 milyonan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst