Fuara Enqereyê dest pê kir: Tenê weşanxaneyeke Kurdî heye

01-12-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Faruk Can /Wêne: Rûdaw
Berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Faruk Can /Wêne: Rûdaw
Nîşan Fuara Pirtûkan a Enqereyê Weşanxaneyên Kurdî Nûbihar Faruk Can
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Fuara pirtûkan a Enqereyê bi beşdariya 170 weşanxaneyan dest pê kir.

Her wiha di nav wan weşanxaneyan de jî tenê Nûbihar wekî weşanxaneya Kurdî beşdar bûye.

Li standa Nûbiharê zêdetir diwanên serdema klasik û wêjeya Kurdî cih girtine.

"Xwendekarên Kurd li zimanê xwe xwedî dernakevin"

Berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Faruk Can got, "Pirtûkên Kurdî zêde nayên xwendin.

Xwendekarên Kurd zêde li zimanê xwe xwedî dernakevin. Kurmanc zêde pertûkên Kurdî nakirin."

Di nav 21emîn Fuara Pirtûkan a Enqereyê de zêdetir pirtûkên dibistanan û berhemên ji bo zarokan cih girtin.

Li gorî agahiyên aktorên sektorê di nava sala 2024an de bihayê kaxezê ji sedî 20-25 zêde bûye ew jî bûye sedem ku bihayê pirtûkan jî zêde bibe.

"Pirtûk biha bûn hêza kirînê kêm bû"

Berpirsê Weşanxaneya Alî Nesînê Alî Hançer got, "Bihayê pirtûkan bilind bû û hêza kirîna xelkî kêm bûye.

Em jî neçar in ku bihayan zêde bikin ji ber ku kaxez ji bo bi euro tê û bihayê wê gelekî zêde ye."

Nivîskar Neslîhan Çapayê wiha anî ziman:

"Em wekî nivîskar hewil didin ku pirtûkên xwe li gorî xwendekaran biforişin.

Ji ber ku eger pirtûkên me neyên standin û xwendin wê demê nivîsîn jî bê wate dibe."

Piraniya xelkê beşdar jî dibêje li fuaran pirtûk li gorî pertûkxaneyan erzantir in, berhem jî zêdetir in daşkandinên baş jî hatine kirin.

"Fuar ji bo peydakirina pirtûkan derfeteke baş e"

Beşadara fuarê Şeval Çapa wiha axivî:

"Fuar ji bo peydakirina pirtûkan derfeteke baş e ji ber ku biha têne kêmkirin.

Wekî ku tê zanîn bihayê kaxezê gelekî zêde bûye.

Ji bo ciwanan giring e ku ew bikarin pertûkan bikirin. Fuar ji bo vê yekê dibe derfet. 

Xwendekara Suna Arkin got, "Pirtûkên ku min dixwastin min peyda kirin.

Ez ji klasîkên wêjeya Japonyayê hez dikim û min li vir peyda kirin. Li vir her cure pirtûk hene."

21emîn Fuara Pirtûkan a Enqereyê dê heta 8 meha Kanûna Pêşîn vekirî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst