Suleyman Soylu, li ser teqîna li Enqereyê daxuyanî da

01-10-2023
Nîşan Enqere Suleyman Soylu Teqîn Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, li ber avahiya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro teqînekê rû da.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê yê berê Suleyman Soylu têkildarî vê êrişê daxuyaniyek da û got ku dewleta wan derfetê nade “rêxistinên terorê”.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku demjimêr derdora 09:30î 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya daxuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Alî Yerlîkaya ragihand ku li Enqereyê li ber avahiya Wezareta Karên Navxwe êrişeke bombeyî pêk hatiye û 2 polîs birîndar bûne.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku dermankirina polîsên birîndar ên bi navê Alim Reîs Demîrel û Erkan Karataş berdewam dike.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê yê berê û parlementerê AK Partiyê Suleyman Soylu di daxuyaniya xwe de got, “Welatê me, miletê me û dewleta me ti derfetê nade rêxistinên terorê û terorîstan.”

Soylu “spasiya wan polîsan kir” ku wan dema êrişê şer kiriye û ji wan re silametî xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst