HSDyê li ser teqîna li Enqereyê daxuyanî da

05-10-2023
Nîşan HSD Daxuyanî Enqere Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê red kir ku encamderên teqîna li Enqereyê ji herêmên wan derbasî Tirkiyeyê bûbin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li ser teqîna li Enqereyê daxuyaniyek da.

1ê vê mehê demjimêr derdora 09:30î 2 kesan li Enqereyê bi otomobîlekê êriş pêk anîbû.

HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî got her du gerîlayên êriş pêk aniye “Ji Sûriyeyê hatine.”

Fîdan herwiha gefa “operasyonê” xwar û got, “PKK û YPG armancên sereke yên hêzên me ne.”

“Ev angaşt ne rast in”

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bersiv da angaştên Hakan Fîdan û got:

“Îdiayên berpirsên Tirkiyeyê yên ku dibêjin encamderên teqîna li Enqereyê ji navçeyên HSDyê derbasî Tirkiyê bûne, ne rast in.

Ev, mijareke dubarekirî ye, dikeve çarçoveya tohmetên bêbingeh ku Tirkiyeyê berê wan dide HSDyê.”

HSDyê herwiha di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew dê ewlehiya herêma xwe biparêzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst