Li navçeyeke Nînowayê rêjeya hejariyê ji sedî 64 e

12-11-2023
Edla Bekir
Li navçeyeke Nînowayê rêjeya hejariyê ji sedî 64 e
Li navçeyeke Nînowayê rêjeya hejariyê ji sedî 64 e
Nîşan Beac Nînowa Hejarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navçeya Beacê ya rojavayê parêzgeha Nînowayê yek ji navçeyên herî hejar ên wê parêzgeh û Îraqê tê naskirin.

Wedî Xelefê 50 salî bêhtirî 10 salan e ji bo kar her roj demjimêr 04:00an diçe cihekî navçeya Beacê ya parêzgeha Nînowayê.

Malbata wî ji 10 kesan pêk tê û ew bi temenê xwe yê mezin çend saetan li hêviya derfeteke kar dimîne ku jê re bêje, were.

Wedî Xelefê 50 salî got:

“Ez her roj têm vir û ti kar nîne, ez hejar im. Xaniyê min ji axê ye. Ez ji hikûmetê daxwaza alîkariyê dikim.”

Li gorî amarên dawî yên rêveberiya parêzgeha Nînowayê, rêjeya hejariyê li navçeya Beacê ji sedî 64 e û yek ji navçeyên herî xizan ên parêzgehê û Îraqê tê hesibandin.

“Rêjeya xizaniyê ya Beacê ji sedî 64 e”

Qeymeqamê Beacê Ehmed Yûsif anî ziman:

“Rêjeya xizaniyê ya navçeya Beacê ji sedî 64 e, ew jî ji ber nexwendewariyê ye, derçûyên me jî hebin, nayên tayînkirin.

Xelkê vê navçeyê pişta xwe bi çandinî û ajeldariyê ve girê daye lê ji ber hişkesaliyê ew jî nemane.”

Navçeya Beacê 70 kîlometreyan dûrî parêzgeha Nînowayê ye û dikeve rojavayê wê.

Hejmara xelkê navçeyê 96 hezar e û karê çandinî û ajeldariyê dikin.

Beac tevî ku navçeyeke sînorî ye jî ji derfetên kar û xizmetguzariyan bêpar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst