PDK û YNKyê li Kerkûk, Diyale, Nînowa û Selahedînê çend deng standin?

19-12-2023
Dengdan li Kerkûkê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dengdan li Kerkûkê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Diyale Selahedîn Nînowa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên destpêkê, li Nînowayê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û li Kerkûkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) partiya yekem e.

Li Diyale û Selahadînê jî di lîsteyên Kurdan de YNK li pêş e.

Bi taybetî piştî hatine encamên destpêkê yên Kerkûkê Kurd daketin kolanan û Kerkûk bû cihê şahiyê.

Li Îraqê piştî hilbijartinên 2013an, doh hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Hilbijartinên ku demjimêr 07:00an dest pê kir heta demjimêr 18:00an berdewam kir.

Li gorî agahiyên ku bi destên nûçegihanê Rûdawê ketine li Kerkûk, Diyale, Nînowa û Selahedînê encamên destpêkê bi vî rengî ne:

Kerkûk

Piştî sala 2005an cara ewil e ev hilbijartin li Kekûkê hatin kirin û encamên destpêkê wiha ne:

YNK: 44 hezar û 256 deng

PDK: 13 hezar û 912 deng

Newey Niwê: 7 hezar û 638 deng

Diyale

YNK: 23 hezar û 906 deng

PDK: 5 hezar û 450 deng

Siyade: 700 deng

Teqedûm: 500 deng

Selahedîn

YNK: 13 hezar û 713

PDK: Hezar û 521 deng

Şiyûî: 870 deng

Nînowa

PDK: 53 hezar û 549 deng

YNK: 6 hezar û 53 deng

Di hilbijartinên doh de nêzîkî 6 hezar berbijêran ji bo 285 kursiyan rikaberî kir.

Li hezar 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoq hatin dayîn û xelkê heta saet 18:00an dengê xwe da.

Bi rêya van hilbijartinan parêzgar tên hilbijartin, rêveberiyên parezgehan tên kontrolkirin û budceya ku ji bo projeyan tê veqetandin tê pesendkirin.

75 kursî kotaya jinan in, herwiha 10 kursî jî ji bo pêkhateyên Xiristiyan, Kurdên Şebek, Kurdên Êzidî, Kurdên Feylî û Saîbeya Mendaîyan hatine veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst