Parlamentoya Îraqê dê îro deng li ser parêzgehbûna Helebceyê bide

25-03-2025
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdula Helebce Çiro Heme Şerîf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdula ragihand ku dê îro Parlamentoya Îraqê deng li ser projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê bide.

Şaxewan Ebdula da zanîn ku wî razîbûna Serokê Parlamentoyê û Alîkarê Yekemê Serokê Parlamentoyê wergirtiye da ku deng li ser projeyasayê bê dayîn.

Li aliyê din, Parlamentoya Îraqê bernameya karê xwe belav kir û dengdana projeyasaya parêzgehbûna Helebceeyê xala yekem a rûniştina wê ye.

Şaxewan Abdullah ji ser hesabê xwe yê Facebookê got, "Niha bi spasî min razîbûna Rêzdarên Serokê Parlamentoyê û Alîkarê Yekem ê Serokê Parlamentoyê wergirt, ji bo ku dengdan li ser projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê bikeve bernameya karê parlamentoyê ji bo rûniştina sibe."

Şaxewan Abdullah dibêje ku ew li gel fraksiyonên parlamentoyê axivtine ji bo ku projeyasa were derbaskirin.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê amaje bi wê jî kir ku bi wê pêngavê daxwaza Serok Mesûd Barzanî ye û wan ew sozên ku dabûn nûner û kesayetiyên Helebceyê tînin cîh.

Parlamentera Helebceyê ya Parlamentoya Îraqê Çiro Heme Şerîfê jî got:

"Min ji 130î zêdetir îmzeyên parlamenteran kom kirine û razîbûna Serokê Parlamentoyê û Alîkarê Yekem wergirtiye ku eger rûniştin bê kirin, projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê dikeve rojevê, eger rûniştin neyê kirin jî, dikeve rûniştina roja din."

Di sala 2013an de serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pêşkêşî serokwezîrê wê demê yê Îraqê kir Nûrî Malikî kir û di Encûmena Wezîran de hat pesendkirin.

10 sal piştre di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de, projeyasaya çar madeyî ji Parlamentoya Îraqê re hat şandin da ku di parlamentoyê de deng li ser bê dayîn lê ji ber dijayetiya aliyên Îraqî, dengdana li ser wê çend caran hat bipaşxistin.

Her çend Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 13.03.2014an ve biryara parêzgehbûna Helebceyê derxistibe jî rêgiriyên Îraqê bûye sedem ku çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê neyê naskirin û jê re budceya taybet neyê şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst