Yasaya nû ya Heşdî Şebiyê: Karê siyasî qedexe ye û nikarê bi serê xwe operasyonan bike

24-03-2025
Nîşan Heşdî Şebî Projeyasa Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî projeyasaya ku li Parlamentoya Îraqê hat xwendin êdî karên siyasî ji bo Heşdî Şebiyê qedexe ne û dê nikaribe bi serê xwe operasyonan bike.

Parlamentoya Îraqê îro xwendina yekem ji bo projeyasaya Heşdî Şebiye dike.

Projeyasayeke din ji bo heman armancê heta qonaxa dengdanê gihiştibû parlamentoyê lê ji ber nakokiyan li serê dengdan nehatibû kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, navê projeyasayê berê "Xizmet û Malnişîniya Mucahidînê Heşdî Şebiyê" bû lê niha bûye "Yasaya Dezgeha Heşdî Şebiye.”

Proje ji 18 xalan pêk tê, piştî ku projeyasaya berê hatiye vekişandin, di civîna 25ê Sibata 2025an a Encûmena Wezîran a Îraqê de hatiye erêkirin.

Di vê projeyasayê de Heşdî Şebî wekî beşek ji hêzên çekdar ên Îraqê hatiye pênasekirin û bi fermanderê giştî yê hêzên çekdar ve hatiye girêdan.

Erkên wê çi dibin?

Li gorî xala duyem a projeyasaya Dezgeha Heşdî Şebiyê, erkê wê hêzê yê bi rengê "parastin"ê dibe "di sîstema destûrî û demokratîk a Îraqê de welêt diparêze û kar li ser rûbirûbûna terorê dike."

Pêwîst e ev dezgeh rolê di parastina ewlehiya niştimanî de bibîne û di avakirina dezgeheke leşkerî ya ji aliyê çekdarkirin, rahênan û berdewamiya bipêşvebirinê ve cih bigire.

Pêwîst e hêzên ser bi vê dezgehê ve wan operasyonên leşkerî pêk bînin ku ji aliyê Serokwezîr ve tên diyarkirin.

Her wiha endamên vê dezgehê ku projeyasa wan bi "mucahid" bi nav dike, bi teknolojiya herî nû ya leşkerî bên çekdarkirin û berpirsên wan jî di wan mijarên ku têkildarî ewlehiya niştimanî de şêwirmendiyê bidin hikûmetê.

Li gorî projeyasayê, pêwîst e hevkarî di navbera wezaretên Parastin û Navxwe û dezgehên din de hebe.

Serokatî û 16 fermandarî

Serokê dezgehê desthilata herî bilind e û berpirsê dariştina siyaseta karkirina dezgehê ye û çavdêriya çalakiyên wê dike.

Ew kesê ku vî postî werdigire, pêwîst e xwedî ezmûn be û herî kêm xwediyê bawernameya zanîngehê be. Rênimayî û rêkarên navxweyî yên dezgehê û biryar û fermanên derbarê dezgeh û pêkhateyên wê ji aliyê birêvebirî, teknîkî, darayî û rêxistinê ve ji aliyê wî ve tên derxistin.

Serokê Dezgeha Heşdî Şebiyê dê di pileya wezîr de be, her wiha dê endamê Lijneya Ewlehiya Niştimanî be, dikare hinekan ji desthilatên xwe bide serokerkan yan jî sekreterê giştî, her wiha pêwîst e desthilata Wezîrê Parastinê di bicihanîna yasayên leşkerî bi cih bîne.

Ew pêkhateyên ku bi ser Serokê Dezgeha Heşdî Şebiyê ve 16 fermandarî û birêvebirî ne ku Serokerkaniya Giştî, Sekreteriya Giştî, Ofîsa Kargêrî û Darayî, Şirketa Endezyariyê ya ji bo Miteahidiyê di nav wan de ne.

Pêwîst e bawernameya zanîngehê ya Serokerkanê Dezgeha Heşdî Şebiyê hebe, xizmeta wî ya di vê dezgehê de ji 10 salan zêdetir be.

Li gorî projeyasayê, Dezgeha Heşdî Şebiyê dê akademiyeke leşkerî bi navê Heşdî Şebiyê hebe, wekî wan akademiyên rahênanê ku di bin banê wezaretên Parastin û Navxwe de hene, derçûyên wê akademiyê dê di warê zanistên leşkerî de bawernameya lîsansê wergirin.

Dê şêwirmendek yan jî zêdetir şêwirmendên dezgehê hebin ku nabe ji sê kesan zêdetir bin.

Karê siyasî qedexe dibe

Li gorî projeyasayê, nabe karmendên Dezgeha Heşdî Şebiyê bi ser ti partî yan jî rêxistinên siyasî ve bin, nabe beşdarî ti çalakiyên partiyan û siyasî bibin.

Hesabên darayî yên Dezgeha Heşdî Şebiyê dê ji aliyê Dîwana Çavdêriya Darayî ve bên kontrolkirin.

Dawî li yasayeke 9 salî tîne

Di projeyasayê de hatiye, “Piştî derçûna yasayê Dezgeha Heşdî Şebiyê dikeve bin rêkarên vê yasayê.”

Yasaya hejmara 40î dema şerê DAIŞê li Parlamentoya Îraqê hatibû erêkirin, tenê ji bo destnîşankirina çarçoveyeke yasayî ya ji bo avakirina Dezgeha Heşdî Şebiyê bû.

Li gorî projeyasaya nû ya Dezgeha Heşdî Şebiyê, hemû erk û mafên karmendên wê hêzê li gorî yasaya berê dikevin bin yasaya nû û bi erêkirina vê projeyasayê re, yasaya sala 2016an tê hilanîn û roja ku di rojnameya fermî de biweşe dest bi bicihanîna wê tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst