Dengdana li ser parêzgehbûna Helebceyê hat bipaşxistin

27-03-2025
RÛDAW
Nîşan Helebce Parêzgehbûn Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina Parlamentoya Îraqê ya li ser parêzgehbûna Helebceyê du rojan li ser hev hat bipaşxistin.

Serokatiya Parlamentoya Îraqê civîna ku biryar bû doh bihata lidarxistin, ji bo piştî Cejna Remezanê bi paş xist.

Civîn ji heft beşan pêk dihat ku ya herî girîng dengdana li ser projeyayasaya parêzgehbûna Helebceyê bû û xwendina yekem a projeyayasayê ya Heşdî Şebiyê bû.

Endamê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Îraqê Dara Sêkanyanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bipaşxistina civînê ji ber wê yekê bû ku rêjeya yasayî ya parlamenteran nehatibûn civînê.

114 parlamenteran navê xwe ji bo beşdariya civînê tomar kiribû, di demekê de ku diviyabû herî kêm 166 endam amade bibin.

Endamê Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Îraqê Dara Sêkanyanî got:

“Parlamenter li avahiya parlamentoyê amade bûn lê hinek ji wan li kafeteryaya parlamentê bûn û neçûn hundirê salona civînê.”

Projeyayasaya parêzgehbûna Helebceyê ji çar madeyan pêk tê:

Madeya yekem behsa parêzgehbûna Helebceyê dike ku dibe parêzgeha 19an a Îraqê.

Li gorî madeya duyem jî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sînorê yekîneyên îdarî yên parêzgehê diyar dike.

Li pey hev 2 rojan dengdana vê projeyayasayê hat bipaşxistin.

Beriya civînê fraksiyonên Kurdistaniyan li Parlamentoya Îraqê biryar da ku eger deng li ser parêzgehbûna Helebceyê neyê dayîn ew dê beşdarî ti civînan nebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst