Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ragihand ku ji bo vegerandina mafên Kurdên Feylî yên ku di serdema rejîma Sedam de ji hevwelatîbûnê hatibûn derxistin û rastî zilmê hatibûn, dê rêkarên taybet bêne kirin.
Sûdanî got, "Wekî dewlet, ev, berpirsyariya me ya dîrokî ye" û ragihand ku wî ji bo lezkirina karûbarên hevwelatîbûnê û pêşkêşkirina piştgiriyên civakî-aborî fermanan daye.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, ji ber Roja Şehîdên Feylî ya 2yê Nîsanê malbatên şehîdên Kurd ên Feylî qebûl kir.
Di hevdîtinê de, bal kişand ser binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ku ji aliyê rejîma Sedam Husên ve hatine kirin, wekî koçkirina bi zorê, derxistina ji hevwelatîbûnê û înfazên girseyî.
"Zilma li hemberî Kurdên Feylî yek ji rûpelên nayên jibîrkirin ên dîrokê ye"
Sûdanî diyar kir ku sirgûn û komkujiyên li hemberî Kurdên Feylî yek ji rûpelên herî tal ên dîroka Îraqê ye.
Sûdanî bi bîr xist ku di dema rejîma Sedam de bi hezaran ciwanên Kurd ên Feylî bûne qurbanên kuştinên ku kujerên wan nediyar û di gorên bikom de hatine veşartin.
Sûdanî tekez kir ku civaka Feylî beşeke neguher a tevna civakî ya Îraqê ye.
Serokwezîr diyar kir ku xebat ji bo derxistina hemû kesên ku tevlî sûcên rejîma berê bûne pêşberî dadê berdewam dikin.
Her wiha Sûdanî eşkere kir ku di demên nêzîk de hin kesên ku di organên ewlehiyê yên Sedam Husên de kar kirine hatine girtin.
"Naskirina bi fermî û vegerandina mafên Kurdên Feylî"
Sûdanî diyar kir ku hikûmet ji bo telafîkirina binpêkirinên mafan ên li dijî Kurdên Feylî gav avêtine û ragihand ku 2yê Nîsanê bi fermî wekî "Roja Şehîdên Feylî" hatiye qebûlkirin.
Her wiha Sûdanî eşkere kir ku qadeke gorîstana bîranînê ji bo şehîdên Feylî hatiye veqetandin.
Serokwezîrê Îraqê Sûdanî diyar kir ku dê koordînatorekî taybet li Wezareta Karên Navxweyî were destnîşankirin ji bo rakirina astengiyên bîrokratîk ên di vegerandina mafên hevwelatîbûnê de.
Sûdanî tekez kir ku di çarçoveya Biryara Hejmar 33 ya sala 2019an de dê rêkarên qanûnî yên têkildarî mafên Kurdên Feylî bên lezkirin.
Pakêta piştgiriya civakî û aborî hat ragihandin
Sûdanî behsa xebatên piştgiriyên civakî û aborî yên ji bo Kurdên Feylî jî kir, got ku wî ji bo avakirina ji nû ve ya herêmên şênîbûna dîrokî yên Kurdên Feylî li parêzgehên Diyala û Wasitê ferman daye.
"Dê ji bo Kurdên Feylî dad were pêkanîn"
Serokwezîr Sûdanî, tekezî kir ku sûcên li dijî Kurdên Feylî dê bê ceza nemînin û divê zilmên ku di dema borî de qewimîne neyên jibîrkirin û dê ji bo malbatên şehîdan piştgirî were dayîn ji bo ku ew li dijî berpirsên rejîma berê doz vekin.
Sûdanî destnîşan kir ku hikûmet dê erka xwe ji bo rakirina mexdûriyetên ku li Kurdên Feylî hatine kirin pêk bîne û got: "Wekî dewlet ev berpirsyariya me ya dîrokî ye."
Kurdên Feylî Kî ne?
Kurdên Feylî yên ku girêdayî mezheba Şîe ne, di serdema rejîma Beasê de ji ber netewe û baweriyên xwe rastî zext, sirgûn û komkujiyan hatin.
Di sala 1980an de bi biryara hejmar 666 a ku ji aliyê Konseya Fermandariyê ya rejîma Sedam Husên ve hatibû girtin, hevwelatîbûna nêzîkî 300 hezar Kurdên Feylî hat betalkirin.
Di heman pêvajoyê de bi hezaran Kurdên Feylî ji aliyê rejîmê ve hatin revandin û windkirin.
Biryara hejmar 26 a sala 2006an, ji nû ve naskirina Kurdên Feylî pêk aniye û biryara rejîma Beasê ya hejmar 666 betal kiriye.
Heta niha, derbarê hejmara Kurdên Feylî yên ku li Bexda û bajarên din ên Îraq û Herêma Kurdistanê dijîn de ti daneyeke teqez tune ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse