Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku wan peyam wergirtine ku niyeta Îsraîl heye ku êrişî welatê wan bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ji televizyona fermî ya dewleta Îraqê re li ser mijarên rojevê axivî.
Husên li ser îhtîmala êrişên Îsraîlê ya li dijî hêzên mîlîsên Şîeyên li Îraqê got, "Me peyam wergirtine ku dezgeha Siyonîst (Îsraîl) bi niyet e zincîreyeke êrişan li Îraqê bide destpêkirin."
Her wiha Husên da zanîn ku ew ji bandora êrişeke muhtemel a Amerîkayê ya li Îranê jî bi fikar in.
Derbarê têkiliyên bi Sûriyeyê re jî Husên got, "Di siyaseta Îraqê de lihevkirinek nû heye ku têkilî pirsgirêka Sûriyeyê nebin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse