Hewlêr (Rûdaw) – Îraqê karwanekî nû yê malbatên endamên DAIŞê ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerand ku 681 kesan pêk tê.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Ew karwanê kes û karên çekdarên DAIŞê şeva 29ê Adarê hatine vegerandin.”
Ew 24emîn karwanê kesûkarên çekdarên DAIŞê yên Îraqî ye ku ji Kampa Holê hatine vegerandin.
12ê Adarê karwanê 23yan hatibû vegerandin.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr anî ziman:
“Karwanê 24an ji 168 malbatan pêk dihat ku hejmara endamên wan 681 kes bûn.”
Nêzîkî 16 hezar kes ji kes û karên çekdarên DAIŞê li Kampa Holê mane û li wir di bin desthilatdariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.
Heta niha zêdetirî 3 hezar malbatên Îraqî ji kampa Holê hatine vegerandin û hejmara endamên wan nêzîkî 13 hezar kes e.
Kesên ku hatine vegerandin dê li Kampa Cediyayê ya li bajarê Mûsilê werin bicihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse