Krîza aborî rewşa welatiyên Rojavayê Kurdistanê dijwar kiriye

16-12-2023
RÛDAW
Rewşa hejariyê li Rojavayê Kurdistanê her diçe dijwartir dibe
Rewşa hejariyê li Rojavayê Kurdistanê her diçe dijwartir dibe
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tenduristî Hejarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîza aborî û darayî û bihabûn li Rojavayê Kurdistanê rewşa welatiyan gelekî dijwar kiriye.

Nişteciyên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber hejarî û nebûna pereyan û kêmbûna dahata darayî, nikarin biçin nexweşxane û navendên tenduristiyê.

Gelek nexweş dibêjin muayeneya doktoran û bihayê dermanan gelekî ji derfetên wan ên darayî zêdetir e.

Niha herî kêm muayene bjîşkekî 50 hezar lîreyên Sûrî ye û bihayê dermanan jî gelekî bilind e.

Nişteciyê bajarê Hesekê Mihemed Ehmed got:

“Nexweşiya dil bi min re heye. Ez nikarim herim cem doktor, pişkinîn û derman biha ne. Ez naxwazim herm cem doktor, ne jî derman bikirin.

Ka ez ê çi bikim?! Dahata me jî nîne, binere em karker in, min neştergeriya qestereya dil bi hezar dolarî kiriye, ji bilî derman û çareseriyên din, niha ji ber bihabûnê, em nikarin derman bikirin.”

Efra jineke ji Hesekê ye, ji ber ku nikarîbû çareseriya tenduristiyê ji şewata laşê xwe re bibîne, êdî bûye astengdar.

 Nişteciya bajarê Hesekê Efra Mihêsinê jî got:

“Destê min ji bûyera şewatê wiha têk çû. Agir di tenekê de bû, me xwe li ser germ dikir. Hevjînê min mazot bi ser agir dakir, êdî gurr bû û agir bi min ket û ez şewitîm.

Piştî min çareseriyên bijîşkî yên lezgîn li Nexweşxaneya Niştimanî wergirtin, destê min têk çû, ew ji ber ku bijîşkan daxwaza şeş milyon lîreyên Sûrî dikir û min nikarîbû van pereyan peyda bikim.

Êdî çareseriya min a bijîşkî rawestiya û ez niha nikarim bi destên xwe bikar bînim.”

Di vê rewşa aloz de, ji ber rewşa tenduristî ya xirab û bihabûnê, xelk gelekî dinalin.

Nişteciyê bajarê Hesekê Ebdulfettah Mûsa jî da zanîn ku pişkinînên bijîşkan gelekî bha ne û wiha domand:

“Kesek êdî nikar e here nexweşxaneyan. Mûçe nagihêje 25 hezar lîreyan lê eger çûna bijîşk zêdeyî 100 hezar lîreyan e.

Derman gelekî biha ne, pişkinîn biha ne, rewş gelek ji xelkê re zehmet bûye.”

Bi sedema bihabûna pişkinîna bijîşkan û ezmûnên bijîşkî, gelek ji xelkê yekser diçine dermanxaneyan derman dikirin.

Ev yek di demekê de ye ku bihayê pereyên Sûrî gihiştiye derdora 14 hezar û 500 lîreyan li beramberî yek dolarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst