Netanyahu: Em dê Hemasê ji holê rakin

09-02-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku tevî agirbestê jî ew dê Hemasê ji holê rakin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew dê Hemasê ji holê rakin û hemû dîlan jî vegerînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku ew dê her tiştî bikin da ku hemû dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê vegerînin.

Benjamin Netanyahu da zanîn ku wî ji şandeya ku dê biçe Dohaya paytexta Qeterê re gotiye ku divê bi navbeynkaran re daxwaza vegerandina hemû dîlan parve bikin.

Netanyahu anî ziman ku di “koçberkirina şêniyên Xezeyê û kontrolkirina Xezeyê ya ji aliyê Amerîkayê ve” de ew û Donald Trump wekî hev difikirin û got:

“Em dê Hemasê ji holê rakin û dîlên xwe vegerînin.”

Îsraîlê dilgiraniyên xwe gihandin navbeynkaran

Di qonaxa pêncem a pevguhertina dîlan a di navbera Hamas û Îsraîlê de, li beramberî 3 dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê 183 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de hatin berdan.

Îsraîlê ragihand ku wan “dilgiraniyên” xwe derbarê rewşa dîlên hatine berdan de ku ji ber şerê giran 15 mehan li Xezeyê lawaz bûne, gihandine welatên navbeynkar Amerîka, Qeter û Misirê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst