Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, "Niha têkiliyên me yên baş li gel Hewlêrê hene. Hemû herêm dizane ku Rêzdar Nêçîrvan Barzanî çi qasî avaker û alîkar e."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser kenala televizyonê ya li Îraqê UTVyê derbarê rojevê daxuyanî da.
Hakan Fîdan amaje bi wê yekê kir ku PKK ji bo Tirkiyeyê tehdîd e û di serî de li Şingalê gelek cih kontrol kiriye û got:
"Bêguman niha ji bo hikûmeta Îraqê giring e ku hem ji bo ewlehiya xwe û hem jî ji bo ewlehiya herêmê hin tedbîran li dijî PKKyê li pêş bixe."
“Ya ku ji Îraqê tê hêvîkirin ew e xwe ji PKKyê pak bike”
Fîdan diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan ji bo alîkariya Îraqê telîmat daye pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê, Wezareta Parastinê û saziyên din ên ewlehiyê û wiha got:
"Lê ji aliyê din ve, helbet di vê qonaxa şerê li dijî terorê de li Îraqê, hêviya me ew e ku çawa ku Îraqê li dijî DAIŞê têkoşan da, heman têkoşanê li dijî PKKyê jî bide.
Ji ber vê pêdivê beriya her tiştî gav bê avêtin ku PKK di warê qanûnî de weke tehdîdekê bê pênasekirin.
Em ji vê gelekî kêfxweş bibin. Em hêvîdar in li dijî PKKya ku him li herêma Kurdan û him jî li herêma Ereban dagîrker e, hikûmeta Îraqê û ez bawerim welatperwerên Îraqê ew dê têkoşanê bidin.
Çawa ku wan DAIŞ ji axa Îraqê paqij kir, em hêvîdar in ew dê PKKyê jî paqij bikin."
"Têkiliyên me yên baş li gel Hewlêrê hene"
Di berdewamiya axaftina xwe de Hakan Fîdan wiha got:
“Niha têkiliyên me yên baş li gel Hewlêrê hene, erê. Cenabê Mesûd Barzanî bi rastî jî heta ji destê wî tê, hewl dide, çareseriyên erênî him ji bo pirsgirêkên herêmê û him jî yê Îraqê, bîne.
Me ev yek bi wî re gelek caran jiyaye, em dibînin ku ew niha çi di warê têkoşîna li dijî terorê de, çi di mijara enerjiyê de hewlên berbiçav didin.
“Hemû herêm dizane ku Nêçîrvan Barzanî çi qasî avaker û alîkar e”
Hemû herêm dizane ku Rêzdar Nêçîrvan Barzanî çi qasî avaker û alîkar e. Bi gotineke din ew kes e ku bi rastî li rêyan digere ku pirsgirêkên herêmê bi awayekî avaker çareser bike.
Rêzdar Mesrûr Barzanî wekî serokwezîrê herêmê li ser wê yekê ye ku dibêje ka çawa ez dê bikaribim pirsgirêkên jêrxanî û avahîsaziyê li herêma Kurdistanê çareser bikim.
Wate her kes li cihê ku lê ye bi xizmeta gel re mijûl e. Niha dema em vê yekê dibînin em pê kêfxweş dibin.
Ya ku em dixwazin ew e ku bila li wî cihî tu kes dijminatiya yekî din neke, her kes xizmetê bike.
Wekî hûn jî dizanin em ji bo Silêmaniyê heman tiştî nabêjin. Em hêvîdar in ku hevalên me yên YNKyî yên li Silêmaniyê mîna Hewlêrê xwe ji rêxistina terorê paqij bikin û derbasî zemînekê bibin ku tenê başiya gelê xwe bixwazin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse