Îsraîl: Leşkereke dîl a di destê Hemasê de hat rizgarkirin

30-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Xeze Ori Megidish
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkereke ku li Xezeyê di destê Hemasê de dîl bû, bi operasyoneke bejayî hat rizgarkirin.

Şîn-Bet (Şabak) a Ajansa Sîxuriyê ya Îsraîlê ragihand ku Ori Megidisha ku Hemasê 7ê mehê ew dîl girtibû, hatiye rizgarkirin.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya leşkera navborî baş e û wêneyekî wê yê bi malbata xwe re hat parvekirin.

Heta niha derbarê mijarê de Hemasê an jî Lîwayên Qesamê ti daxuyaniyek nedaye.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû 239 kes li Xezeyê dîl hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst