Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê ragihand, wê di êrişeke asmanî ya li herêmeke başûrê Libnanê de fermanderekî Hemasê kuştiye.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê belav kir ku ew fermandarê Hemasê ku hatiye kuştin Hesen Ferhat bûye û berpirsê êrişeke mûşekî ya Hemasê bûye ku sala borî li bajarê Sefadê hat kirin.
Hat diyarkirin ku bûye sedema kuştina hejmarek welatiyên Îsraîlî.
Artêşa Îsraîlê her wiha diyar kir, çekdarên Hemasê li her cihê ku çalakiyan bikin, dê bibin armancan.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Libnanê jî ragihand, di encama bombebaranê de ew fermandar, kur û keçeke wî jî hatine kuştin.
Baskê leşkerî yê Hemasê da zanîn, Hesen Ferhat li avahiya xwe ya li bajarê Seydayê hatiye kuştin û spasiya “beşdariya çalak” a wî di rûbirûbûna Îsraîlê de kir.
Hizbulaha Libnanê jî şermezarkirina êrişê kir û ragihand:
“Hedefgirtina Seydayê, belgeyek e ku dijmin dixwaze meydana şerê xwe fireh bike û hemû Libnanê bike armanc.”
Hemas û Hizbulah di şerê li dijî Îsraîlê de hevpeyman in û Hizbulah piştî operasyona bejahî ya Îsraîlê ya li Xezeyê, carinan êrişî li bakurê Îsraîlê dikir lê artêşa Îsraîlê êrişeke mezin a asmanî û bejahî da destpêkirin û beşeke mezin a fermandarên Hizbulahê kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse