Îsraîl ji daxuyaniya Macron a naskirina Filistînê aciz bû: Ev piştgiriya terorê ye

10-04-2025
RÛDAW
Nîşan Fransa Filistin Erebistana Siûdî Emmanule Macron Gardeon Saar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew dikarin di hezîranê de dewleta Filistînê nas bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku ev xelatkirina Hemasê û piştgiriya terorê ye.

Serokkomarê Fransayê diyar kir ku ev yek dibe ku di çarçoveya konferansa navneteweyî ya çareseriya du dewletan de be ku ew dê di meha Hezîranê de bi hevserokayetiya wî were lidarxistin.

Macron piştî serdana xwe ya 2 rojî ya li Misirê, di hevpeyvîna bi kanala France 5ê re li ser mijara naskirina dewleta Filistînê axivî.

Serokkomarê Fransayê got, "Divê em ber bi naskirinê ve biçin û em dikarin di mehên pêş de bigihîjin vê yekê."

Wî wekî dîrok konferansa navneteweyî ya çareseriya du dewletan destnîşan kir ku dê di meha hezîranê de bi hevserokayetiya wî û Erebistana Siûdî were lidarxistin.

Macron da zanîn ku ew armanc dikin ku mijara naskirina Filistînê di konferansê de çareser bikin.

Serokkomarê Fransayê, di serdana xwe ya fermî ya li Misirê di 6-7ê Nîsanê de ragihandibû ku ew dê konferanseke navneteweyî ya li ser çareseriya du dewletan bi hevserokayetiya Erebistana Siûdî lidar bixin.

Macron di daxuyaniyeke xwe ya sala 2024an de gotibû ku naskirina dewleta Filistînê ji bo Fransayê ne "tabu" ye.

Piştî Êrişa Hemasê ya di 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerekî dijwar li Xezeyê di navbera Îsraîl û Hemasê de dest pê kir.

Li gorî zanyariyan Hikûmeta Xezeyê ji sedî 90ê Xezeyê wêran bûye û bi dehan Endamên Polîtburoya Hemasê jî hatine kuştin.

Daxuyaniya Macron a li ser naskirina Filistînê Îsraîl aciz kir

Îsraîl dijî çareseriya 2 dewletan e û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar dike ku ew dê Xezeyê vala bikin û bixin herêma ewlehiyê.

Daxuyaniya Emmanuel Macron a li ser naskirina dewleta Filistînê Îsraîl aciz kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, li ser hesabê xwe yê Xê, dijî daxuyaniya Macron a derbarê naskirina dewleta Filistînê derket.

Gideon Saar got: "Kiryarên wiha dê aştî, ewlehî û aramiya herêma me nêzîktir nekin, berevajî wê dê wan dûrtir bikin.

Naskirina yekalî ya dewleta xeyalî ya Filistînê, dê ji piştgiriya terorê û xelatkirina Hamasê pê ve tiştekî din nebe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst