Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Eger PKK kongreya xwe bike û çekan deyne hem Îraq, hem Tirkiye, li Sûriye û hem Kurd jî dê gelekî sûdê wergirin."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji televîzyona UTVyê ya Îraqê re derbarê rûdanên dawî yên li herêmê axivî.
"Eger PKK çekan deyne, dê dewletên herêmê sûdê wergirin"
Hakan Fîdan derbarê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a çekdanîna PKKyê de got:
“Em hêvî dikin û dixwazin ku guh bidin vê bangê û rêxistin, wekî ku serokê wê daxwaz kiriye, kongreyê bicivîne, biryara fesixkirina xwe û danîna çekan bide.
Eger PKK kongreya xwe bike û çekan deyne hem Îraq, hem Tirkiye, li Sûriye û hem Kurd jî dê gelekî sûdê wergirin."
Fîdan derbarê siyaseta Îsraîlê ya li Sûriyeyê de jî wiha got:
"Siyaseta ku Îsraîl niha li Sûriyeyê dimeşîne, siyaseteke provokasyonê ye.
Rast be jî siyaseteke ku xizmeta ewlehiya wê nake, ez bi nirxandineke stratejîk û ewlehiyê dibêjim.
Yanî çareserkirina hin tiştan di asta taktîkî de, gefa mezintir a ku ji bo xwe afirandiye, naguhere.
Rastiyek wiha heye lê niha mejiyê Îsraîlê bi awayekî din dixebite."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse