Şerê Îsraîl û Hemasê rewşa Sûriyeyê aloztir dike

23-10-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Şerê Îsraîl û Xezeyê rewşa Sûriyeyê aloztir dike
Şerê Îsraîl û Xezeyê rewşa Sûriyeyê aloztir dike
Nîşan Îsraîl Xeze Hemas Sûriye Ebdulrehman Xelîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Îsraîl û Hemasê her ku diçe bandor li welatên cîran jî dike.

Zêdetirî 2 hefte ne, rewşa mirovî, ewlehî û leşkerî li Xezeyê aloz û ne cîgir e.

Tê pêşbînîkirin ku bandora wê li ser rewşa Sûriyê jî hebe. Îsraîlê hinek navçeyên Sûriyê dike armanc.

Serkirdeyê Partiya Komunîst a Sûriyeyê û parlementer Ebdulrehman Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, behsa helwesta partiya xwe ya derbarê vê rewşê de dike.

“Dixwaze zarok, pîr û kalên wî miletî bikuje”

Ebdulrehman Xelîl got, "Em dibêjin, di Partiya Komunist a Sûriyeyê de, wekî daxuyaniya Komîteya Navendî ya partiya me, tiştê ku Îsraîla siyonîst di derheqê miletê Filistînê li Xezeyê dike, bi mûşke, rokêt, top û tankan wan topbaran dike.

Dixwaze zarok, pîr û kalên wî miletî bikuje. Em dibêjin ev tawaneke şer e.

Divê rêxistinên navdewletî wan li ser vî karî siza bike."

Parlementerê Sûriyeê herwiha dibîne ku pêwîst e dawî li kuştin û bombebarankirinê bê û êş û nehametiya xelkên Xezeyê bi dawî bibe.

“Berxwedana miletê Filistînê cihê serbilindiyê ye”

Ebdulrehman Xelîl wiha anî ziman, "Tiştê ku berxwedana miletê Filistînê li Xezeyê kir, ji Filistîniyan û miletê navçeyê tevî re berxwedaneke cihê serbilindiyê ye, ev tiştekî gelekî bilind e.

Ev yek wiha diyar dike ku mafê miletan namire û dê bicih bê.

Herwiha em karên emperyaliya Amerîka, rojavayî û Ewropî jî ku ew piştgiriya Îsraîlê dikin vê kuştinê, vê tawana şer dike şermezar dikin."

Hemasê sibeha 7ê Çiriya Pêşînê li dijî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Îsraîlê jî bersiv da Hemasê û êrişî Xezeyê kir, ji her du aliyan bi hezaran kes hatin kuştin.

Ajansa SANAyê ya Hikûmeta Sûriyeyê ragihand derdora demjimêr 5:00ê sibehê, artêşa Îsraîlê ji Derya Sipî û ji aliyê bilindahiyên Colanê çend mûşek avêtine her du Balafirgehêm navdewletî yên Şam û Helebê.

12ê Çiriya Pêşîn jî Balafirgehên Şam û Helebê hatibûn mûşekbarankirin.

Herwiha 14ê mehê jî Balafirgeha Helebê careke din hatibû mûşekbarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst