Îsraîlê 2 parlamenterên Brîtanyayê dersînor kirin

06-04-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Brîtanya Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îsraîlê destûr neda ku 2 parlamenterên Brîtanyayê bikevin Îsraîlê û beriya ku wan bişînin Brîtanyayê demeke kurt ew desteser kirin.

Hikûmeta Brîtanyayê nerazîbûn nîşan da û ragihand ku ev gava Îsraîlê “nayê qebûlkirin.”

Şandeyeke Brîtanî doh bi serokatiya du parlamenterên ser bi Partiya Kar a Brîtanyayê yên bi navên Yvon Young û Îbtîsam Mihemed, li Balafirgeha Tel Avîvê ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve rê nehatin dayîn ku bikevin Îsraîlê û demekê hatin desteserkirin, piştre dersînor kirin.

Li gorî medyaya Brîtanî, Wezareta Kar û Barên Koçber û Penaberan ragihand ku sedema desteserkirin û dersînorkirina wan parlamenteran ew e ku wan plana beşdariya xwepêşandanên li nav Îsraîlê hebûye da ku “peyaman li dijî Îsraîlê belav bikin.”

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy di daxuyaniyekê de ragihand ku ev kiryara Îsraîlê “bi ti awayî nayê qebûlkirin û em dilgiran kiriye.”

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy got:

“Min eşkere ji hevtayê xwe yê Îsraîlî re got ku ev miamele ne layiqê parlamenterên Brîtanyayê ye.

Em pêwendiyê bi her du parlamenteran re didomînin û piştgiriyê didin wan.”

Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku wan her du parlamenterên Brîtanî dixwest di dema serdana xwe ya Îsraîlê de vîdeoyê hêzên ewlehiyê bigirin û peyamên li dijî hêz û artêşa Îsraîlê belav bikin.

Hikûmeta Brîtanyayê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku nêrîna wan a li ser rewşa Rojhilata Navîn, “ji bo dawîlêanîna xwînê vegera ji bo agirbestê û guftûgoyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst