Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hejmara kuştiyên li Xezeyê gihîşt 4 hezar û 385an

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Filisîtin Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de hatin kuştin derket 4 hezar û 385an.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê amarên şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de belav kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê de hat diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de 248 kesên din hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî vê di roja 15emîn a bombebarana bênavber de li Xezeyê bi tevahî 4 hezar û 385 Filistînî hatin kuştin.

Herwiha hejmara birîndaran jî derket 13 hezar û 561an.

Li gorî daxuyaniyê ji sedî 70an kesên ku di êrîşan de hatin kuştin ji zarok, jin û pîran pêk tê û hat gotin ku "Heta niha ji ekîbên tenduristiyê 51 kes hatin kuştin, 87 kes birîndar bûn."

Hemasê sibeha 7ê Çiriya Pêşînê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Piştî ku Îsraîlê jî bersiv da Hemasê û êrişî Xezeyê kir, ji her du aliyan bi hezaran kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di êrişên Hemasê de heya niha herî kêm hezar 400 Îsraîlî hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst