Çavuşoglu li ser peywendiyên dîplomatîk ên navbera Enqere û Şamê axivî

08-11-2022
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu ragihand eger di encama peywendiyên di  navbera îstixbareta Tirkiyê û îstixbareta Sûriyê de keşûhewayeke guncav bo peywendiyên dîplomasiyê  yên di navbera herdû welatan de çêbibe, ew dê vê bijaredeyê binirxînin.

Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu îro 11ê Mijdara 2022ê di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamantoya Tirkiyê de derbarê butçeya Wezareta Derve ya Tirkiyê de axivî.

Çavuşoglu di axaftina xwe de behsa peywendiyên welatê xwe yên ligel beşek ji welatên navçeyê kir.

Mevlut Çavuşoglu  ragihand ku peywendiyên wan ligel Îsraîlê asayî bûne û got: “Armanca me ew e ku ligel Îsraîlê  di çarçoveya berjewendî û hestiyariyên hevbeş de hevkariyê bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiye behsa peywendiyên welatê xwe yên ligel Rejîma Sûriyê jî kir ku piştî destpêkirina krîza Sûriyê di sala 2011ê de ew peywendî têkçûbûn û got: “Eger di  encama peywendiyên di  navbera îstixbareta Tirkiyê û îstixbareta Sûriyê de keşûhewayeke guncav bo peywendiyên dîplomasiyê  yên di navbera herdû welatan de çêbibe, em dê vê bijaredeyê jî binirxînin.”

Mevlut Çavuşoglu  herwiha got: “Em helwêsta xwe Sûriyê li ser bingeha 4 armancên sereke diparêzin. Parastina  yekrêzî û yekitiya axa Sûriyê, di çarçoveya çareseriya siyasî de pêkanîna aramiya berdewam, derkirina terorê ji ser sînorên me û bi awayekî ewle vegera Sûriyan bo welatê wan. Di encama hewildanên me yên pêkanîna aramiyê de 530 hezar Sûrî vegeriyane welatê xwe.”

Berî niha berpirsên Tirkiyê ragihandibûn ku peywendiyên îstixbaratî di navbera Tirkiyê û Sûriyê de berdewam in. Lê piştî van axaftinan û têkçûna peywendiyên dîplomasî ligel Sûriyê yekem car e ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê careke din  peywendiyên dîplomasî yên ligel Sûriyê tine rojevê.

Peywendiyên Tirkiye û Rejîma Sûriye piştî destpêkirina şerê navxwe di sala 2011ê de li Sûriyê ber bi xirabûnê ve çûn. Rêveberiya Beşar Esed Tirkiye bi wê yekê tohmetbar dike ku piştevaniya çek û cebilxaneyê dide grûbên çekdar ên li dijî wê. Lê piştre di Hezîrana 2012ê de bi xistina balafireke şer a  bi corê  F-4 a Tirkiye ji aliyê rejîma Sûriyê ve peywendiyên herdû aliyan aloztir bûn û Serokwezîrê wê demê yê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan rejîma Esed wek gefekê bo ser welatê xwe ragihand. Ev nîqaş di demekê de ne li Tirkiye ji salekê kêmtir bo hilbijartinên giştî mane û beşek ji şîrovekaran jî dibêjin hewlên destpêkirina dîplomasiyê ligel rejîma Sûriyê beşek ji plana Erdogan a wan hilbijartinan e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst