Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Beşeke mezin a Xezeyê dê bikeve nav qada ewlehiyê

02-04-2025
RÛDAW
Nîşan Xeze Îsraîl Filîstin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê eşkere kir ku ew dê çalakiyên xwe yên leşkerî li ser Xezeyê zêde bikin û beşeke mezin a herêmê kontrol bike û di nav sînorên ewlehiyê de bi cih bike.

Ev plana Îsraîlê di demekê de hat eşkere kirin ku li Xezeyê agirbest têk çû û Îsraîlê careke din operasyonên asmanî û bejayî li herêmê da destpêkirin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz diyar kir ku ji bo bidawîkirina şer divê Hemas nemîne û rehîneyên Îsraîlî serbest bên berdan.

Gelek kes dê bên veguhestin

Îsrael Katz ragihand ku dê li Xezeyê ji herêmên ku pevçûn lê didomin, gelek kes bêne veguhestin.

Katz diyar kir ku beşeke mezin a Xezeyê dê di nav herêmên ewlehiyê de bê bicihkirin lê di derbarê wê de ku Îsraîl çiqasî Xezeyê kontrol bike, hûrgilî neda.

Radyoya Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku lîwaya 36emîn ku meha borî ji bo amadehiyên operasyonên li Xezeyê hatibû şandin herêma Fermandariya Başûr, dê tevlî operasyonê bibe.

Di halî hazir de Îsraîlê li Xezeyê herêmeke tampon ava kiriye û li navenda herêmê jî qadeke ewlehiyê bi navê korîdora Netzarîm çêkiriye.

700 Filisîtnî hatin kuştin

Piştî têkçûna agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de Îsraîlê berî du hefteyan careke din li Xezeyê êriş dabûn destpêkirin di wan êrişan de herî kêm 700 Filistînîyan jiyana xwe ji dest dabû.

Di pevçûnên ku 18 meh in didomin de, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dae ji 50.000î derbas bûye û ji ber ku binesaziya Xezeyê hilweşiyaye û alîkarî nagihîje herêmê, kêmbûna xurek û avê dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst