Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku wan balafirên şer şandine Rojhilata Navîn.
Berdevkê wezaretê amaje pê kir ku ew li ser ewlehiya herêmê pêbend in.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku wan çend balafirên şer bi armanca zêdekirina şiyana hêza deryayî ya welatê xwe şandine Rojhilata Navîn.
Berpirsên Amerîkayê diyar dikin ku wan herî kêm çar balafirên B-2 şandine baregeha leşkerî ya Amerîkî-Brîtanî ya li girava Diego Garciayê ya li Deryaya Hindî.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Sean Panel got:
“Amerîka û hevpeymanên wê li ser ewlehiya herêma CENTCOMê pêbend in û amade ne ku bersiva her welat û aliyekî bidin ku bixwazin aloziyên herêmê zêde bikin.”
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji kar û barên Afrîka, Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê berpirsyar e.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Sean Panel her wiha anî ziman:
“Eger Îran yan komên nêzîkî wê gefan li karmendên Amerîkî û berjewendiyên me yên li herêmê bixwin, em dê li ser bikaranîna tedbîrên tund a ji bo parastina welatiyên xwe berdewam bin.”
Balafira B-2 dikare bombeyên atomî hilgire.
Çiriya Pêşîn a borî, Hikûmeta Amerîkayê ev balafir ji bo êrişa Hûsiyên Yemenê bi kar anî.
Şandina van balafiran di demekê de ye ku çend hefte ne îdareya Trump hişyariyê dide Îranê.
Berpirsên Îranî jî dibêjin, eger êrişî wan were kirin ew bê bersiv namînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse