Nûnerê Sûriyê: Vekişîna Tirkiyê ji nav axa me take deriyê asayîkirina peywendiyan e

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tirkiye Rûsya Astana Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Susan ku hevdem serokê şanda welatê xwe ye bo civînên Astanayê dibêje: “Vekişîna Tirkiyê ji nav axa Sûriyê take deriyê asayîkirina peywendiyên navbera herdû welatan e.”

Li Astanaya Kazaxistanê, careke din cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê bo dema du rojan dicivin. Nûnerên Neteweyên Yekbûyî, Iraq, Urdin û Lubnan jî beşdarin.

Armanca serekî ya civînê asayîkirina peywendiyên Enqere û Şamê ne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mikhail Bogdanov derbarê vê yekê de dibêje: “Em bi asayîkirina peywendiyên navbera Şam û Enqerê ve mijûl in. Ev proseyeke gelekî girîng e ku divê li ser çend prensîbên lihevkirin li ser hatibe kirin, bingehê wê bê danîn, ji wan jî rêzgirtin li yekparçeyiya axa herdû welatan û parastina serweriya Tirkiye û Sûriyê, ew du welatên cîran in.”

Zêdeyî 12 sal şerê navxwe yê Sûriyê û destwerdana herêmî û navdewletî, peywendiyên Enqere û Şamê aloztir kirine.

Artêşa Tirkiyê û bi dehan hezar çekdarên nêzîkê wê; nêzîkî 9 hezar kîlometre dûca navçeyên bakurê rojava heta bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol dikin, di nav de Herêma Efrînê, navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê û Serokê Şanda Sûriyê ya Astanayê Eymen Susan jî dibêje: “Vekişîna Tirkiyê ji nav axa Sûriyê take deriyê asayîkirina peywendiyên navbera herdû welatan e. Rûbirûbûna terorê bi lêdana grûpekê û parastina grûpeke din nabe, garantîkirina asayîşa sînor erkekî hevbeş ê Sûriye û Tirkiyê ye.”

Zêdeyî 900 serbazîn Amerîkî li navçeyê hene; Moskow wek sedema nearamî û zêdetir têkdana rewşa Sûriyê dibîne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mikhail Bogdanov derbarê vê mijarê de dibêje: “Bi hinceta şerê dijî terorê, hêza serbazî ya Amerîkayê li pişt Çemê Firatê hatiye belavkirin. Li navçeyekê ku bo aboriya Sûriyê zêde girîng e. Kêlgehên petrolê û sebeta xoraka Sûriyê li wê navçeyê ne.”

Bogdanov herwiha îdia kir ku hêzên Amerîkayê li dijî yekitiya xaka Sûriyê piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin û got: “Bê guman Amerîkî piştgirîya gelek rêxistinên Kurdan dikin ku mijûlê avakirina nîvdewletekê me. Ev qet nayê qebûlkirin.”

Bogdanov herwiha anî ziman ku ew ligel wê yekê ne ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê pêk were û got: “Lê mixabin ez di wê baweriyê de me ku Amerîkî ne ligel vê yekê ne û nahêle hevalbendên wê yên Kurd bi Şamê re diyalogê bikin.”

Lê gelek faktor hene ku asayîkirina peywendiyên Şam û Enqerê zehmettir dikin.

Bi milyonan penaxwazên Sûriyeyî li Tirkiyê ne ku beşek ji wan ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve tên daxwazkirin.

Herwiha hebûna Îraniyan û grûpên hevpeymanên wê bi taybetî li nêzîkê sînorê Îsraîlê û gelek çekdar ku Esed, Enqerê bi piştgirîkirin û peredarkirina wan tohmetbar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst