Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bi wê yekê tohmetbar kir ku "Ew dixwazin Sûriyeyê bixin bin parastina Tirkiyeyê."
Şeva borî balafirên şer ên Îsraîlê Navenda Lêkolînên Zanstî ya li Şamê, balafirgehên Hema û T4 jî di nav de çend herêman li Sûriyeyê bombebaran kirin.
Di van demên dawî de tê îdiakirin ku Tirkiye dixwaze li Balafirgeha T4ê baregehek ava bike.
Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan jêrxaneyên leşkerî yên artêşa berê ya Sûriyeyê kirine armanc.
Îsraîlê êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê zêde kirin, dibêje ev ji serkirdeyên nû yên Îslamî yên li Şamê re hişyarî ye.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ji bo hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re çû Parîsê.
Gideon Saar li Parîsê ji rojnamegeran re axivî.
"Çi ji destê wan tê dikin"
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîl Gideon Saar got, Îsraîl ji "rola neyînî" ya ku Tirkiye li Sûriye, Libnan û herêmên din dilîze bi fikar e.
Saar her wiha amaje bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê kir got, "Ji bo ku Sûriye bikeve bin parastina Tirkiyeyê, çi ji destê wan tê dikin."
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Saar behsa mijara Îranê jî kir.
Saar ragihand ku Îsraîl û Fransa xwediyê "armanceke" hevpar in di mijarê astengkirina bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve.
Welatên Rojavayî, di nav de Amerîka jî, demeke dirêj e Îranê bi bidestxistina çekên nukleerî tawanbar dikin, Tehran jî dibêje ku çalakiyên dewlemendkirinê tenê ji bo armancên aştiyane ne û van tawanbarkirinan red dike.
"Divê rejîma herî tundrew a cîhanê nebe xwediyê çeka herî metirsîdar a cîhanê "
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ji rojnamegeran re got, "Divê rejîma herî tundrew a cîhanê nebe xwediyê çeka herî metirsîdar a cîhanê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse