Şanda Partiya Zafer bêyî Umît Ozdag serdana Sûriyê dike

12-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Partiya Zafer Sûriye Tirkiye Koçber Umît Ozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Partiya Zafer a Tirkiyê bêyî serokê giştî yê wê partiyê Umît Ozdag serdana Sûriyê dike. Hikûmeta Sûriyê vîzeya Ozdag betal kiribû.

Roja Sêşemê 11ê Temûza 2023an şandeke Partiya Zafer ku li ser bingehê nijadperestî û dijayetiya koçberan hatiye avakirin serdana Sûriyê dike.

Di şanda Partiya Zafer de Cîgirê Serokê Giştî yê wê partiyê û wezîrê berê yê derve yê Tirkiyê Şukru Sîna Gurel, Berpirsê Karûbarên Ewlehiya Niştîmanî yê Partiya Zaferê Fîkret Bayir û Berpirsê Karûbarên Medyaya Civakî yê Partiya Zaferê Nezîh Îlter cih digrin.

Şanda Partiya Zafer bo serdana Sûriyê çûn balafirxaneya Edenê. Biryar e ji wê derê biçin Beyrutê û ji Beyrûtê jî derbasî Sûriyê bibin.

Cîgirê serokê giştî yê wê partiyê û wezîrê derve yê Tirkiyê yê pêştir Şukru Sîna Gurel, berî serdanê li balafirxaneya Edenê daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Em wek şandeke Partiya Zaferê serdana Sûriyê dikin. Em dê vê serdanê bi wê armancê bikin ku nîşanî xelkê bidin li wan navçeyên di bin kontrola hikûmeta rewa ya Sûriyê de ti rewşeke nerênî nîne û her kes li ser jiyana xwe ya asayî berdewam e.”

Gurel got: “Em ligel wê yekê ne koçberên parastina demkî yên Sûrî ji ber ku şer bidawî bûye û mercên aştiyê pêk hatine bi silametî bo welatên wan bên vegerandin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê diyar kir, ku serdana wan bo Sûriyê serdaneke ne fermî ye.

Wî amaje bi kontrolkirina beşek ji axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser ve kir û got: “Li axa dagîrkirî ya Sûriyê wate li wê axa ku bi piştevaniya Amerîkayê di destê PYD û PKKê de ye, dewleta Sûriyê hêj rewş kontrol nekiriye.”

Ev di demekê de ye biryar bû Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag jî di vê serdanê de cih bigire, lê roja Dûşemê 10ê Hezîrana 2023an serlêdana wî ya bo vîzeyê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatibû redkirin û vîze ji wî re nehatibû dayîn.

Li gor amarên fermî, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3.7 milyon koçberên Sûrî bi aweyek demkî niştecih in û ji sedî 4.44ê tevahiya nişteciyên Tirkiye pêk tînin. Ji vê hejmarê 200 hezar û 950 kesan nasnameya Tirkiyê wergirtine û mafê dengdanê yê 113 hezar koçberan jî li wî welatî heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst