Tirkiyeyê 625 Sûriyeyî dersînor kirin

21-10-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Penaber Sûriye Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê doh 625 penaberên ji Sûriyeyê bi darê zorê bi dersînor kirin.

Tirkiyeyê di van demên dawî de dersînorkirina penaberên Sûriyeyî ya bi zorê zêde kiriye.  

Li gorî nûçeya North Pressê, Tirkiyeyê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an bi rêya deriyên sînorî yên Bab El-Selamê û Bab El-Hewayê 500 penaberên Sûriyeyî bi zorê dersînor kirine.

Her wiha North Pressê da zanîn ku 125 penaberên din jî bi rêya deriyê sînorî yê Girê Spî hatine dersînorkirin.

Leşkeran 2 kes birîndar kirin

Li aliyê din, North Pressê da zanîn 2 kesên ku dixwest derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin li nêzî gundê Azmarînê yê li rojavayê Îdlibê di gulebarana leşkerên Tirkiyeyê de birîndar bûne.

Li gorî heman nûçeyê, 21 kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hene li ser dîwarê sînor hatine girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst