Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî da zanîn ku dan û standinên Îranê yên bi Amerîkayê re “baş bi pêş ve diçin”.
Nûnerê Amerîkayê jî diyar kir, piştrastbûna ku Îran çekên atomî çênake, “xala sereke ya” dan û standinan e.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand, Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî daye zanîn:
“Gotûbêj di gavên destpêkê de baş bi pêş ve diçin.
Em ji bo aliyê din gelekî reşbîn in lê em bi şiyanên xwe geşbîn in.”
Roja şemiyê cara yekem berpirsên birevebiriya Donald Trump û berpirsên Tehranê li Umanê civiyan.
Berpirsên her du aliyan ragihand ku gotûbêj “erênî û avaker” bûn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Îranê ku li ser sînordarkirina bernameya atomî ya xwe negihêjin lihevkirinekê, dê dest bi êrişeke leşkerî bike.
Donald Trump bawer dike ku Îran hewl dide çekên atomî çêbike lê Tehran vê yekê red dike û tekez dike ku armanca wê ya ji hêza atomî tenê hilberîna elektrîkê û lêkolînên bijîşkî ye.
Şandeyê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Whitcoff roja duşemê da zanîn ku lihevkirina wan bi Îranê re girêdayî piştrastbûna ku Tehran nikare çekên etomî çêbike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse