Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew ji bo vegerandina dîlan mizakerayan dikin.
Piştî ku Hemasê ragihand ku ew pêşniyara nû ya agirbestê û pevguherîna dîlan ku ji aliyê navbeynkaran ve hatiye pêşkêşkirin, dinirxînin, Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniya rojnameya Maarivê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser telefonê bi dayikên 3 dîlên li Xezeyê re axivî û da zanîn ku ji bo vegerandina dîlan niha dan û standin didomin.
Netanyahu got ku ew dê hemû girtiyan, çi sax be, çi mirî, vegerînin.
Hemasê di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku pêşnûmaya navbeynkaran tê lêkolînkirin û piştî şêwirên pêwîst dê di zûtirîn dem de bersiv bê dayîn.
“Çekên berxwedanê xeta me ya sor e”
Yek ji serkirdeyên Hemasê Samî Ebû Zuhrî di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona Cezîreyê re de got ku pêşniyara navbeynkaran ji bo bêçekkirina berxwedanê ev e ku "Çekên berxwedanê, bi milyonan car xeta me ya sor in.
Danîna wan li aliyekî, bêhnvedana wan jî çênabe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse