Îran û Sûriyê 15 rêkeftinên demdirêj îmze kirin

04-05-2023
Loloxan
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Sûriyê Beşar Esed di dema radestkirina belgeyên rêkeftineke demdirêj a navbera her du welatan de li Şamê, roja Çarşemê 3ê Gulana 2023. Wêne: AFP
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Sûriyê Beşar Esed di dema radestkirina belgeyên rêkeftineke demdirêj a navbera her du welatan de li Şamê, roja Çarşemê 3ê Gulana 2023. Wêne: AFP
Nîşan Îran Îbrahîm Reîsî Sûriye Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herdû Serokkomarên Sûriyê û Îranê li Şama paytext hejmareke rêkeftinên demdirêj di warên enerjî, çandinî û bazirganiyê de îmze kirin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li ser vexwandineke fermî duh Çarşemê 3ê Gulana 2023an serdana Sûriyê kir û li Şamê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re hevdîtin kir.

Piştî 13 salan ev yekemîn serdana serokkomarekî Îranê bo Sûriyê ye.

Li gor ajansa fermî ya ÎRANê IRNAyê, her du welatan 15 rêkeftin di warên cuda de îmze kirin.

Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed derbarê wan rêkeftinan de ragihand: “Rêkeftin û yadaştnameyên ku îro hatin îmzekirin, û ew projeyên ku hatin gotûbêjkirin wê piştîvanekî bihêz bin bo pêşxistin û xurtkirina peywendiyan û weberhênanê di navbera herdû welatan de, herwiha wê bibin sedema sivikirina derencamên cezayan, di dema wê sûdê ji guherîna nexşeya aborî ya cîhanî bibînin ber bi veguhestineke qonax bi qonax ber bi Rojhilat ve.”

Ji aliyê xwe ve Serokkomarê Îranê dibîne derketina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê dê bibe sedema pêkanîna ewlehiyê li vî welatî.

Serokkomarê Îranê, Îbrahîm Reîsî dibêje: “Bi baweriya me hebûna Amerîkayê li Sûriyê ne tenê ewlehiyê ji nav dibe, lê belê ewlehiya Sûriyê û hemû navçeyê jî têk dide, çiqasî hêzên Amerîkayê ji Sûriyê zû derkevin dê Sûriye ewlehtir bibe. Pêkanîna ewlehiyê li Sûriyê tenê bi rêya desthilata hikûmetê li ser hemû axa vî welatî dibe bo parastina serweriya hemû axa Sûriyê.”

Li gor çavdêrên peywendîdar, aboriya Sûriyê ya ku di warê herifandina berdewam de ye dê sûdeke mezin ji van rêkeftinan bibîne, li aliyê din jî Îran dixwaze serdestiya xwe ya siyasî li Sûriyê bihêztir bike û bikaribe di çarçoveya lihevkirina li gel Siûdiyê roleke sereke di çareserkirina krîza vî welatî de bibîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst