Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê derbarê helîkoptera Reîsî daxuyanî da

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Helîkopter Îbrahîm Reîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehidî ragihand, helîkoptera ku Serokkomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî tê de bû, ji ber rewşa xerab a hewayê mecbûrî ma dane.

Ehmed Wahidî da zanîn ku ekîbên rizgarkirinê hîn jî negihîştine herêmê.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehidî ji têlevîzyona dewletê ya Îranê re axivî.

 Ehmed Wehidî diyar kir, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev li ser sînorê her du welatan beşdarî vekirina bendavê bûn û firokeyeke konvoya Reîsî di vegerê de ji ber rewşa xerab a hewayê qeza kir.

Wehidî got, "Firokeya ku Serokkomar (Reîsî) tê de bû, ji ber rewşa xerab a hewayê ji mecbûrî danî."

Herwiha Wehidî da zanîn ku ekîbên rizgarkirinê hîn jî negihîştine herêmê û wiha got:

"Tîmên rizgarkirinê ber bi herêmê ve çûn lê belê ji ber ku li ser herêmê mij heye û mij rê nade, dibe ku gihîştina helîkopterê hinekî dereng bikeve."

Televîzyona delwetê ya Îranê ragihandibû, helîkoptera ku Îbrahîm Reîsî tê de bû qeza kir û ekîbên alîkariyê ji bo xwe bigihînin herêma qezayê hewl didin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst