Mirina Reîsî – Li Şamê şîn li Îdlibê şahî

23-05-2024
RÛDAW
Hikûmeta Sûriyeyê şîn xelkê Îdlibê şahî gerand / Wêne: AFP
Hikûmeta Sûriyeyê şîn xelkê Îdlibê şahî gerand / Wêne: AFP
Nîşan Sûriye Îdlib Îbrahîm Reîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê ji ber mirina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî 3 roj şîn ragihand.

Li aliyê din Tehrîr El Şamê jî li bajarê Îdlibê şahî gerand û şêrînahî belav kir.

Li Îdlibê ku di destê rêxistina Heyet Tehrîr El-Şamê de ye, ji bo mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî şahî hat gerandin û şêrînî hat belavkirin.

Li aliyê din Hikûmeta Sûriyeyê jî ji bo mirina Îbrahîm Reîsî 3 roj şîn ragihandibû.

Opozisyona Sûriyeyê û piraniya koçberan eşkere dikin ku hikûmetê, bi piştîvaniya milîsên Îranê, komkujî kirine, ji ber wê ew neçar bûne koçber bibin.

“Îranê komkujî li dijî gelê Sûriyeyê pêk aniye”

Endamê Rêxistina Hadî Heyatî Îbrahîm Nîdal li ser kuştina Îbrahîm Reîsî wiha got:

“Wekî hûn dibînin, em li Îdlibê şêrînî li xelkê belav dikin, bi boneya kuştina Serokê Îranê û şanda bi wî re bû.

Ne tiştekî veşartiye ku Îranê komkujî dijî gelê Sûriyeyê pêk aniye.

Ez yek ji wan kesa me derbider bûm e û mala min li bajarê Mearet el-Numan wêran bûye.

Bi hêviya wê ku her kes cezaya xwe bibîne.”

Mixalefeta Sûriyeyê û piraniya koçberên şerê navxwe yê wî welatî dibêjin hikûmetê bi piştîvaniya mîlîsên Îranî ew ji navçeyên wan derxistine û derbider kirine.

Li gorî gotina wan gelek xelkê Sûriyeyê bi destê van mîlîsan hatine kuştin.

“Malbatên me bi destê wan hatin kuştin”

 Koçberê Helebê Mihemd Essaf jî li ser mirina Reîsî wiha got:

“Îran berpirs e di warê derkirina xelkê ji navçeyên wan ji bo bakurê Sûriyeyê.

Herwiha berpirs e di warê pêkanîna komkujiyan û herifandina malan bi ser niştecihan de.

Ez welatiyê Helebê me, derbiderekî Helebê me. Bê guman em bi mirina Reîsî û wan tawankarên bi wî re bûn, kêfxweş in.

Ev heşt sal in, em ji ber wan derbider bûne, gelek malbatên me bi destên wan hatine kuştin.

Bi hêviya Beşar Esed, Putîn û Hesen Nesrullah jî heman çarenivîsê bibînin.”

 “Herêmên me wêrankirin”

Koçberê ji bajarê Kefrunbulê Ebdullah el-Xetîb jî wiha got:

“Vê dewletê û heman rejîm sedema derbiderkirina çend gelan bûn û wêrankirina herêmên me bûn.

Em gelekî kêfxweş bûn dema Serok (Reîsî) jî heman çarenivîs bi xwe dît.

Spas ji Xweda re, niha bajarokê min Kefrunbul ji aliyê mîlîsên Îranî ve dagîrkirî ye.”

“Em dê sûdê ji pêşniyazên wî bibînin”

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo canjidestdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê û şanda bi wî re bû 3 roj şîn li welat ragihand.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di nameya sersaxiyê a ji bo Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî de gotibû:

“Me bi Serokê koçkirî kar kir da ku pêwendiyên stratejîk di navbera Sûriye û Îranê de berdewam geş bimînin.

Em dê berdewam serdana wî ji bo Sûriyeyê bibîr bînin ku rawestgeheke girîng bû.

Em dê ji hemû nêrîn û fikrên ku wî ji bo başkirina pêwendiyên her du gelên Sûriye û Îranê pêşniyar kiribûn sûdê bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst