Heyva Sor a Îranê: Ji hewayê ve xebatên lêgerîn û rizgarkrinê nayên kirin

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îbrahîm Reîsî Helîkopter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Îranê ragihand ku ji ber mija zêde ji hewa ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nikarin werin kirin.

Hatibû ragihandin, helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî tê de bû dema ku ji merasima vekirina bendavê ya li ser sînorê Azerbeycanê vedigeriya, ji ber rewşa hewayê ji mecbûrî danî.

Heyva Sor a Îranê diyar kiribû ku "qeza" di navbera Kaleyber û Werziganê de çêbû.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Ehmed Wahidî diyar kiribû ku ekîbên rizgarkirinê hîn jî negihîştine herêmê.

Rayedarê Îranî diyar kir, li herêma ku çiyayî ye û çûyîn û hatin wê zehmet e, 40 tîmên lêgerînê li herêmê xebatan ji bejayê didomînin.

Alîkarê Waliyê Azerbeycana Rojhilatê Cebbaralî Zakirî diyar kiribû ku ji 3 helîkopterên konvoya Reîsî 2 helîkopteran danî û yek ket.

Hatibû ragihandin ku di firokeya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan û hin rayedarên din jî hene.

Serokê Heyva Sor a Îranê Pîr Huseyîn Kulîwend ji têlevîzyona dewletê ya Îranê re axivî û derbarê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê agahî da.

Kulîwend wiha got, "Ji ber şertên neyênî yên hewaya herêmê (mija zêde) bi ÎHAyan nikarin ji hewa va xebatên lêgerîn û xelaskirinê bikin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst